IHO-EBRAR li Ugandayê ji telebeyên medreseyê re alîkarî kir

IHO-EBRAR li Ugandayê ji telebeyên medreseyê re alîkarî kir

​Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRARa ku li çar alîyên dinyayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî dike xebatên xwe yên li Ugandayê didomîne.

Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy derbarê xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin de daxuyanî da.

Alpsoy di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Em niha li Kampalaya paytexta Ugandayê ne.Em hatin ziyareta telebeyên medreseyê. Bi rastî jî şert û mercên vê derê pir giran in. Me li cihê razanê mêze kir bi rastî jî ne cihê razanê ye.Dema ku çavê me li halê medresê û xwendekaran dikeve kezeba me dişewite û hêstir ji çavên me dibare.Ev rewşa nebaş li paytexta welêt e. Vêcar li wan derên din rewş çawaye hisab li ba we.Me li vê derê ji telebeyan alîkarî kir.”(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler