IHO-EBRAR li Wanê ji kesên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne re alîkarî kir

IHO-EBRAR li Wanê ji kesên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne re alîkarî kir

Sazîya Alîkarîyê ya NavneteweyîIHO-EBRAR bi navbeynkarîya Weqfa Kerwana Umudê li Elbaka Wanê û li gundên girêdayê Elbakê ji wan kesên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne re alîkarî kir.

IHO-EBRARa ku ji mexdûrên erdhejê re alîkarîyên mîna xwarin, batanî û xurekê kir destnîşan kir ew ê li herêmê xebatên wan ên alîkarîkarîyê berdewam bikin.

Doh erdhejeke di mezinahîya 5.9an de li Xoya Kurdistana Îranê pêk hatibû û ji ber vê yekê li gundên bi navê Özpınar, Güvendik, Aşkol, Gelenler, Bölüpek û Ömerdağıya girêdayê Elbaka Wanê zirareke mezin pêk hatibû, mal hilweşîyabûn û 9 kes canê xwe ji dest dabûn û 50 welatî jî  birîndar bûbûn.

IHO-EBRAR li van gundên ku lê ji ber erdhejê hilweşîn pêk hat mal bi mal gerîya û ji welatîyan re alîkarî kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.