HUDA PAR baland kişand li ser mişkîleyên esnafê Bidlîsê

HUDA PAR baland kişand li ser mişkîleyên esnafê Bidlîsê

Serokê Bajêra Bidlîsê yê HUDA PARê Celal Gul balan kişand li ser mişkîleyên esnafê Bidlîsê û dest nîşan kir ji bo esnafê Bidlîsê mexdûr nebe divê çareseriyek ji vê mişkîleyê re bê dîtin.

Gul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir tê plankirin ku di bergeha projeya islahkirina dikanên li ser nehrê de  dê hinek kargeh bên xerakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dikanên li ser nehrê ger ku tê xwestin bên xerakirin bila werin xerakirin lê divê ji vê yekê re alternatîf bê dîtin.  Lewra dikanê nêzî hezar dikandarên me li ser nehrê ne û ev dikandar li benda çareseriyekê ne.”

Gul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  ew wek HUDA PARê dikandarên li bajêr geriyane û derd û kulên wan guhdar kirine. Gul dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku dikan bên xerakirin dê dikandar mexdûr bibin. Gelek problemên  Bidlîsê hene. Bidlîs bûyer wek gundeke biçûk, Tu kes lê xwedî derneket.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.