HUDA PAR: Bila cihê qebra Bedîuzzeman bê eşkerekirin

HUDA PAR: Bila cihê qebra Bedîuzzeman bê eşkerekirin

HUDA PAR di 64em salvegera wefata Seîdî Nûrsî de peyamek belav kir û ew bi rehmet û minnet yad kir û daxwaz kir ku cihê qebra wî demildest bê diyarkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARÊ ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ew di salvegera 64em a Ustad Bedîuzzeman Seîdî Nûrsî wî rehmet û minnet yad dikin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Dema ku dîrok 23yê Adara sala 1960î nîşan dide Bedîuzzemanê 87 salî li Rihayê wefat kir. Tu cefa û ezîyet nema ku ew di rêya Îslam û Quranê de nekişand. Ew bi salan di hepsê de ma û hat sirûgnkirin. Lê belê yek ji van zehmetîyan jî nebû sedem ku ew dev ji doz û dawa xwe berde. Piştî ku ew wefat kir jî bela xwe jê nevekirin û di dema darbeya 1960î de qebra wî vekirin û naaşa wî birin cihekî ku nayê zanîn. Di salvegera wefata wî de cardin wî rehmet yad dikin û bi vê wesîleyê em bang li kesên rayedar dikin da ku xeletîya ku hatiyekirin neyê domandin. Bila cihê qebra Bedîuzzeman bê aşkerekirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.