Huda Par Çû Ciyê Hezazê
Do li Diyarbekirê li navçeya merkezê ya Sûrê li nêzî navkelhê 3 xanî xera bûbûn
Do li Diyarbekirê li navçeya merkezê ya Sûrê li nêzî navkelhê 3 xanî xera bûbûn. Tiştek bi kesekî nehatibû. Lê xisareke mezin ya maddî qewimîbû.
Heyetek ji teşkîlata bajêr ya Huda Parê çû devera hadîseyê. Bi malbatên mexdûr re xeber da. Derdên maliyan guhdarî kirin. Heyetê da zanîn ku wê meselê teqîb bikin. Li ser alîkariya maddî û menewî bisekinin. Heyetê soz da ku ji bo rakirina mexdûriyetê û alîkariyên hewceyê ew ê teşebbusan bikin.
Di heyetê de serekê teşkîlata bajarê Amedê Vedat Turgut, serekê teşkîlata navçeya Sûrê Mahmût Akgul jî hebûn. Vedat Turgut îfade kir ku di hadîseyê de tiştek bi kesî nehatiye. Ji ber vê qenciya Xweda, însan şikur dike.
Ji bo rakirina mexdûriyetan jî, tiştên ji destê wan bê, ew ê bi teşebbusan pêk bînin. Ji afetzedeyan Saîm Akgul da zanîn ku, li ber talûka hezazê berî niha miraceatî belediya Sûrê, belediya Mezin û Walîtiyê kiribûn. Feqet ji bo wan tu tedbîr negirtibûn (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.