HUDA PAR dawî li hisûmeta 7 salane anî

HUDA PAR dawî li hisûmeta 7 salane anî

Bi navbeykarîya HUDA PARê hisûmet û dijmintîya ku li gundê Tefêya Stewrêdi nav malbata Kaya de hebû bi dawî bû û sulh û aştî di nav malbatê de hakim bû.

Berî vê heft salan li gundê Tefêya Stewrê di nav ferdên malbata Kaya de ji ber problemekê dijmintî û hisûmet rû da. Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê û Serokê Şaredarîya Enkafê Samîr Ozhanê HUDA PARî ji bo ferdên malbatê li hev bên û ev hisûmet bi dawî bibe xebateke dan destpêkirin.

Di encama hewldan û xebatên ku hatin kirin de Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê û Serokê Şaredarîya Enkafê Samîr Ozhanê HUDA PARî ferdên malbatê li hev anîn.

Di merasîma li hevanînê de Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê Îsmaîl Çevîk axavtinek kir. Çevîk di axavtina xwe de ji temamê kesên ku keda wan di vê lihevanînê de heye re teşekur kir û dû re wiha got: “Xeyd û hisûmetên bi vî awayî ji mêj ve hene. Yek ji van jî di nav vê malbatê de rû da ku tiştê ku me kêfxweş dike di vê pêvajoyê de tiştek bi serê tu kesî nehat. Di nav birayên me de ji ber tiştekî piçûk xeyd çêbûbû. Ji ber vê yekê me wek HUDA PARê hewl da û wan li hev bînin û di netîcê de li hev hatin.”

Ferdên malbatê ji temamê kesên ku kedan wan di vî karê bi xêr de heye re teşekkur kir.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.