Huda Par Dikeve Hilbijartinê
Ji partiya doza Azad Huda Parê, alîkarê serek yê mesûlê hilbijartinan Îsa Aydin, diyar kir ku, ji bo prosedurên resmî kêmasiyên xwe temam kirine, beriya hilbijartinan, wê kongreya xwe pêk bînin û tevlî hilbijartinan bibin.

Li ser hinek gotinên ku dibên gelo wê Huda Par tevlî hilbijartinan bibe yan na, Îsa Aydin wiha beyan kir “Saziya bilind ya hilbijartinan, her serê salê lîsteyekê hazir dike. Ji ber ku partiya me nû ye û hinek kêmasiyên me hebûn, tunebûna me ya di lîsteyê de normal e. Piştî sersalê lîste tê nûkirin. Me ji bo prosedura resmî, kêmasiyên xwe temam kirine. Bila dilê aligir û dilxwazên xwe rihet be ku, em ê kongreya xwe pêk bînin û tevlî hilbijartinê bibin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.