HUDA PAR: Divê destheqên kêmtirîn bê zêdekirin

HUDA PAR: Divê destheqên kêmtirîn bê zêdekirin

HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, destheqê kêmtirîn li hember enflasyona salane ya ku ji sedî 70yî derbas kir kêrî tiştekî nayê û însan nikarin pê îdareya xwe bikin.

“Însan bi destheqê kêmtirîn nikarin îdareya xwe bikin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, li temamê dinyayê qeyraneke îqtîsadî heye lê belê ev qeyran herî zêde tesîra xwe li welêt nîşan dide û dû re wiha hat gotin: “Digel vê rastîyê tê destnîşankirin îxracat her ku diçe zêde dibe; lê belê destheqê kêmtirîn li hember enflasyona salane ya ku ji sedî 70yî derbas kir kêrî tiştekî nayê û însan nikarin pê îdareya xwe bikin. Rayedarên hikûmetê bi daxuyanîyên ku belav dikin destnîşan dikin ku ew xebat dane destpêkirin; lê belê di vî warî de hêj gaveke li ber çavan nehatiye avêtin. Divê destheqên kêmtirîn bên zêdekirin. Lewra însan nikarin bi destheqê kêmtirîn a mewcûd nikarin îdareya xwe bikin. Ev yek mesûlîyeteke ku divê bê tetbîqkirin e.”

“Rejîma siyonist, amadehîya îşxaleke mayînde dike”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser îşxala ebedî ya rejîma siyonist û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Siyonistên îşxalker hema hema her roj êrîş dibin li ser Filistînîyan û jin û zilam, zarok û mezin, ciwan û îxtiyarên Filistînî an şehîd û birîndar dikin an jî wan êsîr dikin. Her wusa rejîma îşxalker Mescîda Eqsayê ji hêla wext û mekan ve dabeş dike ku ew bi vê yekê amadehîya îşxaleke mayînde dike. Her wisa ew dorpêç û êrîşên ku li Xazzeyê tên kirin jî berdewam dikin. Divê bê zanîn rejîma siyonist û îşxalker bes ne ji bo Filistînê bi heman awayî ji bo temamê welatên li herêmê hêmana gefê ye. Siyonistên îşxalker bi hinceta hişyarîyên seyahetê ya li Tirkîyê li ser MOSSAD û MÎTê bi bihaneya astengkirina sûîqestan operasyonên hevpar li dar dixe ku ev yek ji bo dewleteke deshilatdar nayê qebûlkirin. Divê Tirkîye ji wan gavên ku dê ji menfeatên siyonistan re xizmetê bike haydar be.”(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.