HUDA PAR: Divê hêzên îşxalker ji Iraqê bên tasfîyekirin

HUDA PAR: Divê hêzên îşxalker ji Iraqê bên tasfîyekirin

HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir ji êrîşa ku li Bexdayê hat kirin re bertek nîşan da û destnîşan kir: “Divê li pey wê qerara tasfîyekirina hêzên îşxalker ji Iraqê bê rawestîn.”

Doh li Bexdaya paytexta Iraqê du êrîşkarên xwekuj êrîş li dar xistibûn û di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 32 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Navenda Giştî yê HUDA PARê derbarê vê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ji ber wefatan xemgînîn û ji bo nasên wan sebra cemîl daxwaz dikin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin: “Ji roja ku Amerîka Iraqê îşxal kiriye vir ve bi sed hezaran kes canê xwe ji dest dan û bi milyonan kesên sîwîl ji war û cihên xwe bûn.Gelê Iraqê ji ber îşxalê hêj êş û elem dikşîne. Di ser vî halî de ji ber fitneya mezhebperestîyê ya ku hat derxisitn li welat bê îstîqrarî hakim e û li her derê welêr sîwîl tên hedefgirtin.Berî niha Amerîka bi daxuyanîya ku belav  kir destnîşan kir, ew ê hejmara leşkerên xwe kêm bikin, lê belê hema piştî vê daxuyanîyê  êrîşa xwekujî pêk hat ku ev yek manîdar e.Ew pîyonên ku bi kaos û bêîstîqrarîyê  mezin dibin dest bi hereketê kirine da ku Iraq ji îşxal û dagerkerîyê azad bibe û bibe xweser.”

“Divê li pey wê qerara tasfîyekirina hêzên îşxalker ji Iraqê bê rawestîn”

Di berdewama daxuyanîyê de qerara parlementoya Iraqê di bîran hat xistin û dû re wiha hat gotin: “Ew otorîteya siyasî ya li Iraqê êdî bibîne û fam bike ku hêzên îşxalker ne ‘rizgarker’ in. Divê li pey wê qerara tasfîyekirina hêzên îşxalker ji Iraqê bê rawestîn. Ji bo ku ev yek karibe bê kirin divê îxtîlafên navxweyî bên çareserkirin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler