HUDA PAR: Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe

HUDA PAR: Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe

Ji teref navenda giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê ji teref dijminên Îslamê ve şewitandina Qur’ana Kerîm de nirxandin hatin kirin û ji Serokê Partîya Stram Kursê Radîkal a li Swêdê re bertek hat nîşandan.

“Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin Rasmus Paudanê serokê partîya dijminê Îslamê Stram Kurs di bin parastina polêsan de Qur’ana Kerîm şewitand û daxuyand ku ew ê cardin vê çalakîya xwe ya bê hed û kustax tekrar bike. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em vê êrîş û bêhedîya ku di vê meha mibarek a Remezanê de bi şikleke zanebûn li hember Îslam û Mislimanan hat kirin bi tundî tel’în dikin. Ev çalakîya bêhed di bin parastina polêsan de hat kirin û armanca wê provakasyon bû ku ev yek bi xwe hedefa rastîn a rejîmên rojava nîşan dide. Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe. Ew kesên ku ji bo Îslama azîz dixebitin çawa ku berî niha muzaffer bibin ew ê dîsa muzaffer bibin û dîsa ew kesên ku li dijî Îslamê şer dikin çawa ku berî niha winda kiribin û mexlûb bûbûn ew ê dîsa mexlûb bibin.”

“Ev bêdengî û bêreaksîyontî dê bibe sedem ku ev êrîşên wisa zêdetir bibin û jiyana Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn bikeve xetereyê”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin li hember vê bêhed û kustahîya ku hat kirin dewletên Îslamê bes daxuyanîyên şermezarkirinê weşandin ku ev yek ‘eyb û şerm e. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev bêdengî û bêreaksîyontî dê bibe sedem ku ev êrîşên wisa zêdetir bibin û jiyana Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn bikeve xetereyê. Mislimanên cîhanê êdî ji bo mudafaya siyasî û hiqûqî ya heqên Mislimanan dest bi hereketê bikin û hewl bidin da ku ew kesên ku êrîşî Îslam û muqaddesatên Îslamê dikin bên cezakirin.”(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler