HUDA PAR: Ewlehiya can û malê misilmanên Arakanê bên temînkirin

HUDA PAR: Ewlehiya can û malê misilmanên Arakanê bên temînkirin

Serkan Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, derheqê rojeva derve de daxuyanîyan belav kir.

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, di daxuyanîya xwe de, bal li ser ewlehiya can û malê misilmanên Arakanê û şerê nukleerî ya ku wê bibe sedema felaketê kişand.

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, derheqê rojeva derveyê welat de nirxandinan kir.

"Ewlehiya can û malê misilmanên Arakanê bên temînkirin"

Ramanli, di axavtina xwe de bal li ser berdewamkirina nîjadkujî û rewşa penaberîyê û li ser rastîya ku bû nîv ‘esire ji maf lazimatîyên xwe mirûz hatine hêştin kişand û got ku Wezareta Karên Derva jî diyar kir ku Misilmanên ku ketine nav rewşa penaberîyê jî dixwazin biçin malên xwe.

Ramanli diyar kir ku ev daxuyaniya wezaretê ji bo ku rewşa misilmanên Arakanî ji qada navneteweyî ragihîne girîng e û wiha got, "Ji ber ku bi deh hezaran Mislimanên Arakanî ji ber êrîşên zalimê bireveberîya Myanmarê bûne jiyana xwe jî bi penaber û hewcedariya alîkariyê didomînin. Derbeye dawî ya ku li Myanmarê hat lidarxistin, rewşa herêmê zêdetir xira kir û vegerîna Misilmanan ji boan malên xwe jî gelek zordar kir. Divê Tirkiye erka xwe pêk bîne û di lêgerîna edaletê ya ji bo Mislimanên Arakanê yên ku ji aliyê rêveberiya zalim ve rastî qirkirinê hatin de jî wezîfeya ku bi wî dikeve bi cih bîne. Divê Mislimanên Arakanê bi silametî bên vegerandin û ewlehiya can û malê wan bê garantîkirin."

Şerê nukleerî dibe sedema felaketê

Berdevkê HUDA PARê Ramanli, diyar kir ku şerê navbera Rûsya û Ukraynayê ku ev 7 meh in dewam dike, ji bo hemû aliyan wêranker e û diyar kir ku di daxuyaniyên Serokê Rûsyayê Pûtîn ên hefteya borî de ev şer wê bikeve qonaxeke nû. .

Ramanli weha got, "Putin, seferberiya qismî îlan kir û ragihand ku heke hewce bike ew ê ji bo parastina axa xwe çekên nukleerî bikar bînin û destnîşan kir ku di 23-27ê îlonê da referanduma ji bo tevlêkirina herêmên dagirkirî yên Ukraynayê bi Rûsyayê ra tê kirin îlan kiribû. Herêmên ku qerara referandumê hatine girtin, li gorî hiqûqa navneteweyî aîdê Ukraynayê ne. Referandumeke bi vî rengî wê pirsgirêkê hîn dijwartir bike."

Ramanli bal kişand ku ev şer her çiqas di navbera Rûsya û Ukraynayê de wek şerê Rûsya û Ukraynayê xuya bike jî bi giranî di navbera Rûsya, Emrîqa û cîhana rojava de ye û di dawîya axavtina xwe de weha got, "Raberbûna welatên bi çekên nukleerî û bikaranîna van çekan wê ji herêmê me re û ji bona mirovatîyê bibe felaketek. Bi rastî qetlîamên Hîroşîma û Nagazakî di bîranînên me de mane. Ji ber vê yekê em bang li aliyên şer dikin ku bi hesta berpirsyariya li hemberî mirovahiyê tevbigerin, ne bi armanca pêkanîna armancên xwe yên emperyalîst." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.