HUDA PAR: Gerek pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî bê vekirin

HUDA PAR: Gerek pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî bê vekirin

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PAR'ê, derheqê rojeva hindir de daxuyanî da.

Emîroglu, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê perwerdehîya zimanê zikmakî û pirsgirêkên karkerên çandinî yên demsalî de nirxandinan kir.

Gerek pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî bê vekirin

Berdevkê HUDA PARê Emîroglu, destnîşan kir ku dersa hilbijarî ya Kurdî, di Îlona 2012an de ket nav mifredeta Wezareta Perwerdehîyê, lê ji pêşîya ev mafê ku di vê pêvajoyê de bi fermî tê naskirin re astengîyên fiîlî derdixin.

Emîroglu di daxuyanîyê de îfade kir ku ji bona dema hevotin û hînkirina pêşîya me de, digel hilbijartina 20 hezarî zêdetir xwendekaran Wezaret ji bona dayîna ev dersê bi tenê 3 kontejanan vekirîye, “Li gorî agahîya ku di sîteya înterneta wezaretê de ye ji bona Kurmancî 2, ji bona zazakî jî 1 mamosteyek ew ê bê tayînkirin. Di nav deh salan de 79 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin, ev rewş jî ji teref xwendekaran ve di hilbijartina dersê de û dema ku bê hilbijartin jî dîtinê wê dersê dibe tişteke nemimkin.”

Emîroglu di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Gerek astengîyên ku di pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî de hene bên rakirin lê di vê rewşê de dersên hilbijiartî jî di pratîkê de kirine wek bêerkê, ev tişt nayê qebûlkirin. Perwerdehîya di zimanê zikmakî de mafeke esas ya însanî û Îslamî ye. Reng û ziman ayetên Xwedê ne. Astengkirina ev mafê jî zilmeke mezin e. Mirûz hiştina ji perwerdehîya zimanê zikmakî ya di serî de Kurdan ku li Tirkîyeyê xwedîyê nifûseke herî zêde ne û qewmên dinê, pirsgirekek mezin yê ku bêvîya çareserîyêye ye. Di vê çarçoveyê de gerek êdî pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî bê vekirin. Parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî yên welatîyan bê kirin bin ewlehîya dewletê. Ji bona dibistanan jî gerek qadroyên mamosteyên Kurdî jî qasê ku qîm bike bê vekirin, gerek tayînkirina mamosteyên ku hêvîya tayînkirinê ne jî bê kirin.”

Mitleqe gerek pirsgirêka karkerên çandinîyê yên demsalî bê çareserkirin

Emîrogluyê ku derheqê pirsgirêkên karkerên çandinîyê yên demsalîde jî kir, îfade kir ku ew her sal bi gelek zehmetan derdikevin rê û her weke ku di nav welatên xwe de wek penaberan dijîn.

Emîroglu di daxuyanîya xwe de weha got, “Ji ber cudahiya pêşketinê ya di navbera herêman de, mirovên ku di warê derbarê xwe de li welatên ku hatine dinyayê zehmetiyê dikişînin, neçar in biçin welatên din û bixebitin. Ji wan hinekan di qezayên trafîkê de li ser rêyan dimirin, zarokên hinekan di kanalên avdanê de xeniqîne, hinekên din jî her ku diçin ji ber sedemên siyasî rastî êrîşan tên. Mixabin ji sedî 90 ê konên ku karkerên çandiniyê yên demsalî lê dimînin, ku şert û mercên jiyana wan li cihên diçin nayên başkirin, mixabin elektrîk û ava wan jî tineye.”

Emîroglû diyar kir ku hikûmetê ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêkê pêşketinên ku tê xwestin nekiriye. “Tenê ji Rihayê zêdeyî 350 hezar kes wek karkerên çandiniyê yên demsalî diçin çar alîyê Tirkiyeyê. Mirovên ji Rihayê ku yek ji bajarên girîng ên GAP'ê ye, ji wir terikandin û wek karkerên çandiniyê diçin welatên din, mirovan gelek dide fikirandinê.”

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê weha axivî:

“Tîrêjiya karkerên çandiniyê yên demsalî di serî de li Rihayê û li parêzgehên Başûrê Rojhilatê ye. Parêzgehên başûrê rojhilat di rêza bajarên xizan de parêzgehên pêşeng in. Ya ku divê bê kirin ew e ku ji bo van kesan derfet bên afirandin ku li welatê xwe kar bikin. Di vê çarçoveyê de divê di zûtirîn dem de GAP bê temamkirin û li Herêmên Pîşesaziya Organîze bi zêdekirina hilberîn û îstîhdamê derfetên kar bên peydakirin.

Divê standardên jiyanê yên karkerên çandiniyê yên demsalî bên başkirin û pêdiviyên wan ên bingehîn bi taybetî stargeh û xurek bên bicihanîn. Her weha divê ew bi bîmeya demkî jî bi bêne hesibandin. Divê prîmên bîmeyê bi tevahî li ser kardêran neyê barkirin. Ji bo xwendekar perwerdehiya xwe bidomînin divê xebatên pêwîst bên kirin û perwerdeya xwendekaran neyê qutkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.