HUDA PAR ji bo "Fîloya Sumud" piştgiriya leşkerî û dîplomatîk dixwaze
Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê êrîş û astengiyên li dijî Fîloya Sumudê ku ji bo şandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê ji bendergehên Tirkîyeyê derket, daxuyaniyek nivîskî weşand.
HUDA PAR di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejîma sîyonîst careke din qanûnên navneteweyî paşguh dike û behrên vekirî ditirsîne, zêdetirî 40 keştiyên "Fîloya Sumud" ên ku ji benderên Tirkîyeyê ji bo şikandina dorpêça nemirovane ya li ser Xezzeyê derketine rê desteser kiriye û zêdetirî 300 çalakvanên ku welatiyên Tirkîyeyê jî di nav de ne, deseser kiriye.
Tevî vê barbarî, wehşet û her cûre tehdîdan, daxuyaniyê destnîşan kir ku 10 qeyik rêwîtiya xwe ber bi Xezzeyê ve didomînin, û ev jî di nav de bûn:
"Ji bona ku destwerdanên neqanûnî û korsaniyên ku berê li avên navneteweyî qewimîne dubare nebin, divê fîloya keştîyan li dijî komkujiyên sivîl ên muhtemel ên rejîma sîyonîst piştgirîya leşkerî werbigire. Divê qet destûr neyê dayîn ku kiryarek nû ya eşqbaziyê çêbibe û divê ewlehiya înîsiyatîfa sivîl ji hêla hêza leşkerî û stratejîk a Tirkîyeyê ve were garantîkirin."
"Divê Tirkîye roleke aktîf bilîze"
Di daxuyaniya ku behsa rol û mîsyona Tirkîyeyê di vê pêvajoyê de hat kirin de, wiha hat gotin: "Ji ber ku ev rêwîtiya girîng ji Tirkîyeyê dest pê dike, berpirsiyariyeke dîrokî û sembolîk dixe ser milê welatê me. Divê Tirkîye mîsyona xwe ya parêzvanê gelên bindest ên li herêmê bi tevahî bicîh bîne û wekî ku ev berpirsiyariya dîrokî hewce dike, roleke çalak bigire ser xwe."
Di daxuyaniyê de girîngiya karwana alîkariya mirovî ya bejayî, ku niha li Lîbyayê ye, û di heman demê de bi rêya Misrê, ligel karwana deryayî digihîje Xezzeyê, hate tekez kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Hefter li Lîbya û Misrê çend hewildanên astengkirina fîloyê dîtine û hat xwestin ku "ji bo garantîkirina derbasbûna ewle ya fîloyê, tavilê hevrêziya dîplomatîk û lojîstîkî ya asta jorîn bi rayedarên Misrê re were sazkirin".
"Divê beşdariya çalak a Tirkiyeyê li ser erdê bêtir neyê paşxistin"
Daxuyanî bi vê bangawaziyê bi dawî bû:
"Divê Tirkîye rê li ber van destpêşxeriyên sivîl ên ku balê dikişînin ser şikandina dorpêçê veke û hemû alîkariya burokratîk û leşkerî ya pêwîst peyda bike. Seferberkirina hemû çavkaniyên me di vî warî de ne tenê wezîfeya mirovî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke qanûnî ye jî ku ji îmzeya ku me di 10ê Cotmehê de li Xezzeyê wekî garantorê aliyê Filistînî danî ye derdikeve. Ji ber ku rejîma sîyonîst heta niha tu sozên xwe yên alîkariya mirovî bi cih neaniye, divê bicihanîna vê wezîfeyê ji teref Tirkîyeyê ve li ser erdê bêtir neyê derengxistin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.