Huda-Par li Bakurê Kurdistan piştî AKPê û BDPê ya sêyemîn bû

Huda-Par li Bakurê Kurdistan piştî AKPê û BDPê ya sêyemîn bû

Huda-Par li Bakur jî piştî AKPê û BDPê ya sêyemîn bû

Li gor encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, Partiya Doza Azad (Huda-Par) ku di sala 2012an de hatiye damezrandin û li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê ketibû hevrikiya hilbijartinên herêmî, nîzîkî 85 hezar deng bi dest xist lê nikarî ti şaredariyan têxe destê xwe.

 Huda-Parê tevî ku li Batmanê ji sedî 7.8 û li Amedê 4.41 û li Bidlîsê 5.58 ji dengan anîbû, û di tevahiya Tirkiyê de partiya yazdemîn û li Bakur jî piştî AKPê û BDPê ya sêyemîn bû, lê nikarî serkeftin li ti bajar û navçeyan de bi dest bixe.

Rayedarên Huda-Parê dibêjin, tevî ku partiya wan serkeftin bi dest nexist, lê partiyeke temenê wê çarde meh e û dikarî bibe partiya sêyemîn li Bakûrê Kurdistanê, ev bi xwe serkeftineke mezine. Wek Tê zanîn Huda-Par ku li 2012an hat damezrandin, partiyeke îslamî-kurdî ye.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.