HUDA PAR li Dîyarbekirê wê bi navê “Kurdî Dibijêrim” bernameyekî li dar bixe

HUDA PAR li Dîyarbekirê wê bi navê “Kurdî Dibijêrim” bernameyekî li dar bixe

Serokatîya Karên Perwerdehî ya HUDA PARê, ji bona ku xelk mafê xwe ya zimanê dayîkê hîn bibe wê roja Yekşemê li Dîyarbekirê bi şîara “Kurdî Dibijêrim” bernameyek tertîp bike.

Hat îfadekirin ku ew ê bername di seat 14.00an de li Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karkoçê bê lidarxistin.

Parêzêr Muhammed Ata Yuksel ku ew ê moderatorîya bernameyê bike derheqê bernameyê de axivî û hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir.

Yuksel îfade kir ku armanca bernameyê “şiûrkirina xelkê ji bo mafê zimanê dayîkê ye” dûre weha got:

“Emê di 28ê vê mehê de li Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karkoçê wê bernameyekî bi navê ‘Ez Kurmancî wek dersa hilbijartî dibijêrim’ li dar bixin. Wek ku hûn jî zanin di her dawîya dibistanê de kampanyayên ewakî têne li dar xistin. Me jî wek Serokatîya Karên Perwerde yê HUDA PARê, biryar girt ku di vê çarçoveyê de panelekî tertîp bikin. Di vê panelê de armanca me ev e ku em ji civaka Kurd re hinek tiştan bidin bibîrxistin, bila di mafên xwe yên zimanê dayîkê de hişyar bin û bişiûr bin.”

Yuksel di axavtina xwe de derheqê ehemmîyeta zimanê dayîkê de axivî û weha got: “Wek ku tê zanîn ziman; kehnîya bawerî û fikrê ye, ziman dil e, ziman navend e. Ji ber vê yekê dîrok, fikir û bawerî bi ziman ji neslên pêşerojê re têne neqilkirin û em bi vê şeklê ehemmîyeta zimanê fêhm dikin. Em di vê çarçoveyê de bang li xelkê xwe dikin, ji bernameya ku em ê tertîp bikin re hemûyên wan dawetvanin.”

Yuksel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em dibêjin ku xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê xwe biparêzin û bi sibe roja xwe re bighêjînin. Çîmkî ziman, ji bo sibe roja me mîrasekî ye û di navbera me û pêşerojê de wezîfeya pirê dibîne. Em vê bernameyê wek destpêkê qebûl dikin. Ev pêvajo merheleya ewil e. Yanê ew ê ev pêvajo hem ji bona me hem jî ji bona xelkê me dewrekî nû ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.