HUDA PAR, li Entabê danasîna namzedên xwe domand

HUDA PAR, li Entabê danasîna namzedên xwe domand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Entabê di bernameya danasîya namzedan de, namzedên 4 bajarên mezin, 4 bajar û 38 navçeyan tev de 46 namzedên serokê şaredarîyê eşkere kir.

Li Tirkîyeyê partîyên sîyasî berîya hilbijartina 31ê Adarê danasîna namzedên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de HUDA PARê jî li Entabê bernameyekî danasînê li dar xist.

Bername di seat 20.00an de li Navenda Kongre û Çanda Şehîdkamîlê hat tertîp kirin. Di bernameyê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu axavtinek kir.

Yapicioglu piştî axavtina xwe derbasê danasîna namzedên xwe bû û wî namzedên bajarên; Entab, Mereş, Qocaelî û Trabzonê eşkere kir.

Yapicioglu xeyn ji namzedên serokê van bajaran namzedên serokê bajarên; Semsûr, Kîlîs, Gûmûşxane û Baybûrtê jî eşkere kir.

Zekerîya Yapicioglu di danasîyan namzedan de namzedên 38 navçeyan jî eşkere kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.