HUDA PAR malbatên ku neyarî di nabeyna wan de hebû lihev anî

HUDA PAR malbatên ku neyarî di nabeyna wan de hebû lihev anî

Li Mûşê saziya HUDA PPAR 2 malbatên ku di nabeyna wan de berê dijminahî çêbibû lihev anî.

Li Mûşê HUDA PPAR 2 malbatên bi navê Sezgîn û Becermenê yên ku di nabeyna wan de dijminatî hebû lihev anî.

Ji bo ku dawî li dijminatiya di nabeyna malbatên bi navê Sezgîn û Becermenê were saziya HUDA PARî ya li Mûşê lê xebitî. Di encama vê xebatê de malbatan erênî bersiva vê hewl dan. Dûvre rîsipiyên her du malbatan di Mizgefta Tubayê de hatin cemhev û bi hev re xwarin xwarin.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Înan Sur, Serokê Bajêr ê Mûşê M. Şîrîn Çaglayan, Mela Nîzamettîn Yaçin, Samî Tanriverdî û mezinên her du malbatan beşdarê merasîma aştiyê bûn.

Mela Nîzamettîn Yaçîn di merasîma ku li Mizgefta Tubayê hat lidarxistin de axivî. Yaçîn destnîşan diyar kir pêwîst e ku malbat bi çavên biratiyê li hev mêze bikin.

Yaçîn ragihand ku pirsgirêkên wiha ji çi diqewimin û divê mirov çawa di rewşekî wiha de hereket bike. Dûvre Yaçîn wiha li axavtina xwe zê de kir: “Di nav civakê de hedîseyên wiha zêde diqewimin. Ev yek jî ji ber mehrûmbûna ji exlaqê Îslamî û bêedebiyê diqewime. Civak çiqas xwedî liv an hesasiyetên Îslamî derkeve û xwe li van nirxan bigire dê bûyerên wiha neqewime. Em Mıslıman in û Misliman birayên hevdû ne. Divê ku em gor vê yekê hereket bikin. Divê ku em ji edalet û adilbûnê dûr nekevin.”

Serokê Bajêr ê Mûşê yê HUDA PARê M. Şîrîn Çaglayan ji ÎLKHAyê re axavtin kir. Çaglayan wiha diyar kir: “Li navenda Mûşê ji ber sedemên pir biçûk di nabeyna 2 malbatan de şer derketibû. Em lê xebitîn ku her dû malbatan lihev bînin. Di encamê de şertên ku hatin diyarkirin de 2 malbatan qebûlkirin. Me jî her du malbatan di mizgeftê de anî cemhev ku em wan lihev bînin. Geh geh di civakê de hedîseyên wiha diqewime. Hemd ji Xweda re me wan lihev anî. Xweda ji her du malbatan razî bibe.” (ÎLKHA) 










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.