HUDA PAR, namzedên serokê şaredarî ya 3 bajar û 4 navçeyan eşkere kir

HUDA PAR, namzedên serokê şaredarî ya 3 bajar û 4 navçeyan eşkere kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo hilbijartina mehellî ya ku di 31ê Adarê de bê tertîpkirin namzedên serokê şaredarî ya 3 bajar û 4 navçeyan da naskirin.

Li Rihayê, di Navenda Çanda Akabeya Rihayê de bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu namzedên hilbijartî ya mehellî a sala 2024an hat eşkerekirin.

Li gorî vêya namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Dîyarbekirê Faruk Dînç, namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Rihayê Emîn Ozaslan, namzedê Serokê Şaredarîya Sêrtê Abdurrahman Ozcan, namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Serê Kanîyê Adnan Saglam, namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Bismilê Alî Bîlmez, namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Kolikê Adem Yavuz, namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Egilê Alî Durgunsu bû.

Namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Dîyarbekirê Faruk Dînç Kî Ye?

Dinç di sala 1985an de li navçeya Dîcle ya Dîyarbekirê hat dinyayê. Di sala 2011an de di Zanîngeha Înonû ya Meletîyê de di beşa dermanxaneyê de mezun bûye. Hêna jî Parlamenterê Dewra 28em yê Mêrsînê wezîfeyê dike. Dinç, zimanê Kurmancî, Zazakî û Îngîlîzî zane. Dînç, zewicandî û bavê 3 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Rihayê Emîn Ozaslan Kî Ye?

Ozaslan, di sala 1969an de li navçeya Sirûca Rihayê hat dinyayê. Ew di beşa Îşletmeyê de perwerdehîyê dîtîye û mezûn bûye. Di navbera sala 2020-2023yan de wezîfeya Serokatîya Bajarê Riha yê HUDA PARê bikaranît. Di sîyaseta Tirkîyeyê de mîmarê platforma 11.11ê Înê ye. Zewicandî û bavê 4 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Sêrtê Abdurrahman Ozcan Kî Ye?

Ozcan di sala 1969an de li Xisxêra Sêrtê hat dinyayê. Perwerdehîya xwe ya Lîse û Dibistana ewil li Xisxêrê temam kir. Demeke dirêj bazirganîyê lidarxistîye û niha jî bazirganîyê dike. Ozcan zewicandî û bavê 7 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Serê Kanîyê Adnan Saglam Kî Ye?

Saglam di sala 1972yan de li gundê Tixûba Mêrdînê hat dinyayê. Perwedehîya xwe li Serê Kanîyê temam kir. Di sala 2013an de namzedê Parlamenterê Dewra 27em a HUDA PARê bû. Saglam, zewicandî û bavê 7 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Bismilê Alî Bîlmez Kî Ye?

Bîlmez di sala 1964an de li gundê Mezra Evdilqadirê Bismilê hat dinyayê. Bîlmez perwerdehîya xwe li Bismilê temam kir. Niha li Bismilê serokatîya Komîsyona Lihevanîtina Komeleya Rîspîyên Herêmê dike. Bîlmez sê dewr li ser hev wezîfeya Serokatîya Navçeya Bismil yê HUDA PARê bicîh anît. Zewicandî û bavê 5 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Egilê Alî Durgunsu Kî Ye?

Durgunsu li navçeya Egila Dîyarbekirê hat dinyayê. Perwerdehîya xwe li Egilê temam kir. Lîsansa xwe ji beşa Îlahîyatê bikaranît. Di sala 2013yan de li Egilê bi HUDA PARê ket sîyasetê. Serokatîya Dîcle û Egilê bikar anît. Ew zewicandî û bavê 2 zarokan e.

Namzedê Serokê Şaredarîya Navçe yê Kolikê Adem Yavuz Kî Ye?

Yavuz di sala 1980an de li navçeya Kolika Semsûrê hat dinyayê. Perwerdehîya xwe ji beşa Mamostetîyê dawî kir. Ew zewicandî û bavê 3 zarokan e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.