HUDA PAR: Pirsgirêka miltecîyan, bi tertîpkirina hawireke aştî wê bê çareserkirin

HUDA PAR: Pirsgirêka miltecîyan, bi tertîpkirina hawireke aştî wê bê çareserkirin

Serkan Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, derheqê rojeva derve de daxuyanîyan belav kir.

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, di daxuyanîya xwe de, bal li ser çareserkirina meseleya miltecîyan û êrîşên rejîma îşxalker kişand.

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, di nirxandina xwe ya derheqê rojeva derveyê welat de weha axivî:

“Pirsgirêka miltecîyan, bi tertîpkirina hawireke aştî wê bê çareserkirin”

Ramanli, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku hema hema her hefte di rojeva welat û dinyayê de derheqê miltecîyan de xeberên mirinê û facîayê heye, Ramanli bi bîr anît ku hefteya borî di keleka miltecîyan a ku li Behra Spî bin av bûbû de herî kêm 94 kes canê xwe ji dest dabûn.

Ramanli di nirxandina xwe de bal kişand, miltecîyên ku ji herba nav welêt a Sûrîyeyê revîyane, ji ber şert û mercên welatên ku xwe li wê derê sipartine an jî ji ber vederkirinê dixwazin ku biçin welatên Ewrupayê.

Ramanli di nirxandina xwe de weha got, “Gelek welatên Ewrupayê ku dewlemendîyên xwe bi kedxwarina welatên Asya û Efrîqayê bidest xistine, di behrên vekirî de ji miltecîyên ku dixwazin derbasê welatên wan bibin re muameleyên neînsanî dikin. Di encama ev midexeleyan de pîrek, zilam û zarokên miltecî an ji birçîna an jî bi fetisandinê can didin. Ji Dewletên ku ji miltecîyên Misilman re derheqê şaristanîyê de tu nîşanek nîşan nadin re, ji vê rojê pê ve jî hêvîya vegerîna nirxên însanîyetê jî tişteke rast nîne.

Nejiyankirina koçê û vegerîna miltecîyan ji welatên xwe re, qasî ku ji xelqê Sûrîyeyê re feydeya wê heye ewqas feydeya wê ji dewletên herêmê û dinyayê re jî heye û wê çêbibe. Wan dewletên emperyalîst ên ku cihê çareserîyê tên nîşandan, ji bona aştîyê naxebitin, ew di çarçoveya menfeatên rejîma îşxalker de ji bona berdewamkirina bêaramîtî û herbê dixebitin. Ji ber vê yekê welatên herêmê, êdî meseleyan hewaleyê emperyalîstan nekin û zorê bidin derên mizakereyê, alîgirên ku herbê dikin jî ji bona ku aştîyê bikin gerek wan îkna bikin û ev tişt jî êdî ferz e. Nexwe, rabûna ji hola meseleya miltecîyan, girêdayê holeke hizûr û aştîyê a li Sûrîyeyê ye.

“Divê ku ji sîyonîstên îşxalkeran re mueyyîdeyên fiîlî bên kirin”

Ramanli di nirxandina xwe de qala Mescîdî Eqsa û zêdebûna êrîşên rejîma îşxalker jî kir û destnîşan kir ku îşxalkerên sîyonîst, ji 26ê Îlonê vir ve di bin parastina yekîneyên çekdar êrîşan li Mescîdî Eqsayê dikin û axavtina xwe weha domand, “Li hemberî êrîşên zêde ku ji mabeda pîroz tê kirin re ji alema Îslamê xeyn ji şermezarkirinê ti bertekek nayê nîşandan. Sîyonîstên ku ji bêdengîya Misilmanan wêrekîyê distînin, êrîşên xwe yên li hember kesên ku dixwazin Mescîdî Eqsayê biparêzin û Filistînîyên ku berxwedanê dikin zêde kirine. Ya dawîn jî zarokeke Filistînî ê 7 salî dema ku ji îşxalkeran direve hatîye şehîdkirin e.”

Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê di dawîya axavtina xwe de weha got, “Wan kesên ku digel nîjadkujîya ku li ber çavên alema Îslamê tê kirin bi qatilan re ketine nav pêşbirkekî, ew kesan ji qetlîam û îxlalan jî mesul in. Çiqas minasebetên bi rejîma îşxalkeran re pêşve biçin, îşxal û qetlîam jî ewqas zêde dibin. Ji ‘erdên ku hatine îşxalkirin re di nav 20 salan a dawîn de koça Cihûyîyan a herî mezin hatîye kirin. Bi wan koçan, tê armanckirin ku nifûsa Filistînîyan li gorî wan bê kêmkirin û Filistînê jî bi temamî bikin Cîhûyî. Divê ji ev îşxal û zilmê re bêdeng neyê mayîn, Divê ku li hemberî sîyonîstên îşxalker mueyyîdeyên fiîlî bên kirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.