HUDA PAR: PKK hêj li cihên ku lê ye dibe sedema tevlîhevî û nearamî ye

HUDA PAR: PKK hêj li cihên ku lê ye dibe sedema tevlîhevî û nearamî ye

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin PKK hêj li cihên ku lê ye dibe sedema tevlîhevî û nearamî ye.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve nirxandina rojevê hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de di derheqê mijarê mîna bernameyên Wîladeta Pîroz,  qeyrana însanî ya li Yemenê, qerara ku ji teref AKPMyê ve di derheqê Tirkiyê de hatiye dayîn û di derheqê hebûna PKKê ya li Şingalê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

PKK hêj li cihên ku lê ye dibe sedema tevlîhevî û nearamî ye

Di  daxuyaniyê de di derheqê hebûna PKKê ya li Şingalê û operasyonên asimanî yên Tirkiyê de hat diyarkirin ev bû 2 sal PKK hebûna DAIŞê ya li Şingalê wek hincet nîşan da û li wê derê bi cî bû. Dû re wiha hat diyarkirin: “Ev hebûna PKKê ya li Şingalê him Birêveberiya Kurdistanê, him xelkê Şingalê û him jî Tirkiyê aciz dike.  Tirkiye hişyarî dabû û gotibû ‘Em ê nehêlim ku Şingal bibe Qandîla duyemîn.’ û birêveberiya Kurdistana Iraqê jî wiha îqaz li PKKê kiribû ‘Ger PKK ji Şingalê dernekeve  ew ê bibr sedema temamê rageşî û neyînên ku derkevin.’  Rêxistina çekdar digel van hişyariyan him heremê terk nekir û him jî bi pêşmergeyan re ket pevçûnê. Ew PKKyê ku zen dike ew ê temamê meseleyan karibe bi çekan hal bike bi vê pratîka û helwesta xwe hêj li cihên ku lê ye dibe sedema tevlîhevî û nearamî ye

Bila xelkê me di her wesîleyê de meydanan dagire û xwedî li Platforma Evîndarên Pêxember derkeve

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji her wextî zêdetir ji heq û edaleta Hz. Muhammed re îxtiyac heye û dû re wiha hat gotin: “ Ji ber vê yekê ev îxtîyac di her firsetê de bi wesîleyekê bê bilêvkirin û lev yek ji bo însaniyet pêşve biçe û bigihije kemalê tiştekî zarûret e. Li hember rastiyeke wisa daxuyaniyên ku ji bo tesîra bernameyên Wîladeta Pîroz bê şikandin tên dayîn  ne xwediyê niyeteke baş û qenc in. Ji ber vê yekê em bang li xelkê xwe dikin bila îtîbarî van gotinan nekin û di her wesîleyê de bila meydanan dagirin û xwedî li Platforma Evîndarên Pêxember derkevin. Her wiha em banga qêrîna hezkirin û muhabbeta Muhammedî dikin.”

Qeyrana însanî ya li Yemenê

Di daxuyaniyê de her wiha di derheqê qeyrana însanî ya li Yemenê de jî wiha hat vegotin: “ Li gor daneyên NYyê di serê her 10 deqîqeyan carekî zarokekî/ê ji 5 salî biçûktir ji nêza jiyana xwe ji dest dide û nêzî 18 milyon însan jî ji ber xetereya birçîbûnê bi xetereya mirinê re û rûbirû mane. Em bangê li temamê welatên Îslamî dikin da ku vê meselê ne bi rêya eskeriyê bi rêya muzakere û gotûbêjê çareser bikin û vê wehşeta ku tê jiyan bidin sekinandin.”

Ev yek jî zihniyeta wan a rastî derdixe holê

Di derheqê qerara ku ji teref AKPMyê ve di derbarê Tirkiyê hatiye dayîn de jî hat diyarkirin rayedarên NYyê îtîraf kirin ku ew ji dêla wê makeqanûna ku ji teref xelkê ve hatiye tesdîqkirin û ji teref meclîsê ve hatiye erêkirin ve makeqanûna ku bi darbeya eskerî ya 12ê Îlonê hatiye amadekirin tercîh dikin  ku ev yek jî zihniyeta wan a rastî derdixe holê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.