Huda Par Teşkîlatbûna Xwe Didomîne
Partiya Doza Azad (Huda Par) pey damezrandina xwe a di çileya 2012an de, li giştiyê welat xebatên teşkîlatbûnê didomîne.
Partiya Doza Azad (Huda Par) pey damezrandina xwe a di çileya 2012an de, li giştiyê welat xebatên teşkîlatbûnê didomîne.
Huda Par vê dawiyê, teşkîlatên qezaya Amed, Konya, Mersîn, Agirî û Îzmîrê jî vekir.
Serekê Teşkîlata qeza Bornova Ferhan Genç, pey damezrandina teşkîlata Bornova a Huda Parê go: “Pey belgeya rayê ku me sitand êdî bi awayê resmî teşkîlata me sazbû. Teşkîlata me ji bo tevî ‘alema Îslamê û gelê Bornova ser xêrê be.”
Serekê Qeza Bazîdê Cemal Arvas jî li ber qeymeqamtiya Bazîdê beyanatek da û go: “Em hêvî dikin ku partiya me bibe wesîleya xêrê.”
Serekê Teşkîlata Tarsûsê; M. Alî Kutan jî go: “Teşkîlata me vebû, hê em di serê rê de ne. Em hêvî dikin ku teşkîlata me ji ummet û ‘alema Îslamê re ser xêrê be.”
Pey ku xwestekname hat dayîn qeymeqamtiyê teşqîlata qeza Çamlıyayla a Mersînê jî hat damezrandin.
Dîsal li Farqînê jî pey murace’eta li qeymeqamtiyê teşkîlata Farqînê jî hat damezrandin. Serekê teşkîlata qeza Farqînê; Sitki Bati go: “Ji îro pê de heya ji me bê emê bi awayekî baş xizmeta gelê xwe bikin.”
Teşkîlatên Huda Par yên qezayên; Karatay, Meram û Selçûkluyê jî vebûn.
Di hêla dî de hat beyan kirin ku wê vebûna Bînaya Huda Parê a bajarê El’ezîzê wê di 9ê Adarê de bê kirin. Serekê Huda Par a bajarê El’ezîzê ‘Ebdulcelîl Demîr, beyan kir ku: “Teşkîlatbûnê qezaya Merkezê qedandine û teşkîlatbûna Kovancilar, Palo û Madenê jî hatiye ber bi dawîbûnê.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.