HUDA PAR wê îro namzedên xwe yên teqez eşkere bike

HUDA PAR wê îro namzedên xwe yên teqez eşkere bike

Xebatên HUDA PARê yên ji bo diyarkirina namzetên Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê dewam dikin.

HUDA PARê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da eşkere kir ku ew ê ji bo hilbijartinên rêvebiriyên herêmî yên ku di 31ê Adarê de bên kirin îro namzetên şaredariyê yên partiya xwe eşkere bikin.

Di bernameya ku di 10ê Çileya 2024an de li Navenda Çandê ya Akabe ya Rihayê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu hat lidarxistin de namzetên HUDA PARê yên 3 parêzgeh û 4 navçeyan hatin diyarkirin.

HÜDA PAR, Namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Faruk Dinç, Namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Rihayê Emin Özaslan, Namzetê Şaredariya Sêrtê Abdurrahman Ozcan, Namzetê Navçeya Serê Kanîyê Adnan Sağlam, Namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Bismilê Alî Bilmez, , Namzetê Navçeya Gêlê Alî Durgunsu, , Namzetê Navçeya Kolikê Aem Yavuz.

HUDA PARê di berdewama eşkerekirina namzedên dawî de di daxuyaniya xwe ya dawî de weha got; "Hin herêmên hilbijartinê yên ku namzedên me bi dawî bûne, wê 16ê Çile saet di 11.00 de ji aliyê Berdevkê Partiya me Birêz Serkan Ramanli ve bi raya giştî re bên parvekirin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.