HUDA PARê derheqê “parêzgeh, xweserî û federasyonê” de daxuyanî da

HUDA PARê derheqê “parêzgeh, xweserî û federasyonê” de daxuyanî da

Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê mijara “parêzgeh, xweserî û federasyonê” ya ku di bernameya wan a partîyê de ye daxuyanî da.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê doh êvarî di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê îddîayên “parêzgeh, xweserî û federasyonê” de daxuyanîyek da û destnîşan kir, em bendewar in ew kesên ku di vê mijarê de agahîyên xelet didin lêborînê bixwazin.

Yapicioglu derbarê mijarê de wisa got: “ Di bernameya me ya partîyê de xisûseke wisa ye. Em di rûpela 37emîn a bernameya partîya xwe de wusa dibêjin ‘ Digel islahkirina bingeha organîzasyona dewleta mehelî û navendî ya mewcûd; divê terka tabûya sazîya mewcûd lazim e ku rêbazên îdareyê yên mîna parêzgeh, xweserî û federasyonê bi şikleke serbest karibe bê nîqaşkirin û divê ev bi temamê hêlên xwe yên erênî û neyînî bê kirin.’ Em vê yekê dibêjin û dibêjin divê ev yek karibe bê nîqaşkirin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hinek kes û derdor bi gotinên ku di bernameya wan a partîyê de tune ye HUDA PAR hedef digirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek kes dibêjin ku ‘HUDA PAR fedarosyon û xweserîyê dixwaze.’ Sala 2012an bînin bîra xwe. Wî wextî ji bo wan kesên ku 20-30 salan bi çekan li ser çîyan digerîyan re hat gotin ‘Dev ji çekan berdin û werin siyaseta xwe bikin û hûn çi dixwazin wê li wê derê bêjin.’ Em jî dibêjin; bila êdî nîqaş li ser vê yekê neyê kirin. Însan bila serî li şiddetê, terorê nedin û tiştên ku dixwazin bila bi rêya siyasetê bi rihetî bêjin. Lê ji ber ku em van tiştan dixwazin... Bila kesek di vî warî de ji bernameya me mînakekî nîşan bide ez ê qebûl bikim. Ez ê bêjim ez nizanim bi xwendin û nivîsandinê û ez ji xwendinê tiştekî fam nakim û ez ê lêborîna xwe bixwazim.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.