Huda Parê Êrîşa Hova Şermezar Kir
Çend roj berê li Wanê, grûbeke kesên rûpoşandî, di lehê Pkk/Bdpê de slogan avêtibûn...
Çend roj berê li Wanê, grûbeke kesên rûpoşandî, di lehê Pkk/Bdpê de slogan avêtibûn û bi molotofan agir bera komela ku xwendekar lê diman dabûn. Grûba êrîşker xwestibû ku xwendekaran bi saxî bişewitînin.
Li ber vê êrîşa gemmar û qirêj, tepkî û bertekên şedîd tên nîşandan. Namzetê Huda Parê yê ji bo şaredariya Wanê parêzer M. Mehdî Oğuz jî, ji bo serdana kefaretbûnê çû Sabir-Dera komela platforma evîndarên pêxember ziyaret kir û pirsên rojnamevanan bi cewab kir.
Parêzer Oğuz wiha got: “Li vir xwendekarên mektebê diman. Bi sedan di êrîşên li saziyên civaka sivîl de, heta niha failek jî nehatiye girtin. Negirtina failan, nîşana hevkariya dewleta kûr û Pkka kûr e.”
M. Mehdî Oğuz bangî rayedarên hikûmetê jî kir û wiha got: “Eger ji pêvajoya çareseriyê, mebest û armanca we, tenê parastina saziyên dewletê be, êrîşên li xelkê tên kirin ji bo we tiştekî îfade nake, divê bê zanîn ku wê ev pêvajo bi encam nebe û tu netîceyê nede.”(Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.