HUDA PARê li Êlihê namzedên serokê 24 şaredarîyan da naskirin

HUDA PARê li Êlihê namzedên serokê 24 şaredarîyan da naskirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Êlihê 3 bajar tev de 24 namzedên serokê şaredarîyan eşkere kir.

Yapicioglu ku di bernameyê de axivî; diyar kir dema ku civak xwe nas dike mezin dibe, êdî wexta nîşandayîna şaredartîya HUDA PARê ji xelkê re hatîye.

“Em 15 meh paşê li ser damezrandina partîya xwe beşdarî hibijartina mehellî ya sala 2014an bûn… Di gelek cîhên ku em ketin hilbijartinê de an bûn partîya duyemîn an jî bûn partîya sêyemîn. Dibe ku em di wê hilbijartinê de nebûbûn partîya yekemîn û me şaredarîyekî qezenc nekiribû, di sala 2019an de şaredarîyekî me çêbû û di hilbijartina parlamentoyê de jî 4 parlementerên me çêbûn. Êdî em hatibûn cîhekî wisa ku di Meclîsê de dikarin qala dewa xwe bikin û bi îzna Xwedê em dibêjin ku wê di hilbijartina pêşîya me de jî êdî wexta nîşandayîna şaredartîya HUDA PARê a ji xelkê me re hatîye, bi îzna Xwedê vê nîşandayîn jî wê bi fiîlî be.”

Yapicioglu, îlkeyên şaredartîya xwe eşkere kir.

“Bi îzna Xwedê wê di şaredartîya me de bertîl û neqanûnî tu dem çênebe û wê tinebe. Bi îzna Xwedê ew ê di şaredartîya me de xizmet bi edaletî were kirin. Wê di şaredartîya me de ji tu kesî re zirar neyê dayîn, em ê torpîlê nekin, xizmet jî li gorî lazimatîyê were kirin… me sond xwarîye ku em ê malê miletê heta qûrişa dawîn ji xizmeta milletê re xerc bikin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de li ser wehşeta ku li Xezzeyê tê jîyankirin jî balan kişand, wî îfade kir ku ew ê Xezzeyê ji rojeva xwe dernexin.

“Em ji xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînî re dibêjin ku; Xezze rojeva me ya daîmî ye lê hilbijartin nêz hatine. Em bixwazin jî nexwazin jî bi hilbijartinê re eleqeder dibin. Ew ji me re dibêjin çi hûn zanin? ‘Tabî hûnê bi hilbijartinê re eleqeder bibin. Mijûlbûna we ya bi hilbijartinê re tiştekî muhîm e. Çîmkî em dixwazin xûşk û birayên me yên ku bi rastî ji Fîlîstînê re alîkarîyê dikin di sîyasetê de jî biqewet bin.’ Ger ku em dixwazin ji xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînê re alîkarîyekî mezin û zêde bikin divê qeweta me ya sîyasî zêde bibe û ji ber vê yekê divê em şev û roja xwe bikin yek û bixebitin. Em tu carî ji bona ku hinek ji me biçin ser qoltixan sîyasetê nakin… wan meqaman ji bona me hew wesayîtekî ye.”

Yapicioglu diyar kir ew kîjan şaredarîyê qezenc bikin wê li Xezzeyê bi şaredarîyekî re bikin şaredarîya bira.

“Em şaredarîyan bistînin û wan şaredarîyan jî li Xezzeyê bi şaredarîyekî re bikin şaredarîya bira û bi îzna Xwedê bi vê şeklê em ê di navbera xwe de pirekî saz bikin. Hemû îmkanên xwe yên di destê xwe de ji bo xûşk û birayên xwe yên li wê derê xerc bikin… Ji ber vê yekê ev hilbijartina mehellî ne hilbijartinekî şaredarîyê ye… ji ber vê yekê bixebitin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.