HUDA PARê malbatên hisûmetdar li hev anî
Serokatiya Bajarê Rihayê ya HUDA PARê, malbatên Gul û Gezergul anî cem hev û husumeta di navbera her du malbatan de bi silhê bi dawî kir.
Berî vê du mehan Zelîha Gula 12 salî bi berika ku ji konvoya dawatê hat berdan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê di navbera malbatên Gul û Gezergul de hisûmet rû da û heta îro jî wisa berdewam kir. Komîsyona Lihevanînê ya Serokatîya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê bi hewildanên xwe ket naveyna her du malbatan û hisûmeta di navbera wan de bi silhê bi dawî kir.
Komîsyona Lihevanînê ya Serokatîya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ji bo malbatên Gul û Gezergulê bernameya lihevanînê tertîp kir. Her du malbatan di bin Qur’anê re derbas bûn û eşkere kirin ku dijminatiya di navbera xwe de qedandine, hevdû hemêz kirin û li hev hatin.
Bernameya ku hat tertîpkirin, Endamê Sazûmana Şêwrê yê Navenda Giştî yê HUDA PARê Basrî Demîr, Serok bajarê HUDA PARê yê Rihayê Loqman Yalçin û serokên navçeyan, Alîkarê Miftiyê Bajarê Rihayê Mistefa Erdem, Endamê Îttîhadûl Ûlemayê M. Emîn Baytar, Sînan Unal û rîsipiyên her du alîyan beşdarî bernameya silhê bûn.
Bernameya silhê ji teref Hafiz Mûrat Çîçek ve bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir. Piştî xwendina Qur’ana Pîroz, Serok Bajarê Rihayê yê HUDA PARê Loqman Yalçin axîfî û ji ber malbatên Gul û Gezergulê husûmet bidawî kirine malavahiya xwe anî ziman û got: “Dema îxtîlaf û dijminatî biqede wê hizûr û aramî were”.
“Ger em ji hev re merhamet nekin Xweda jî wê li me merhametê neke”
Yalçin destnîşan kir ku lazime însan bi edaletê hikum bike û wisa li axaftina xwezê de kir: “Ger xwediyê însaniyet û mexlûqatan li me merhametê dike lazime em jî wek însanên li ser rûyê erdê dijîn li hev merhametê bikin. Heke em bi çavê şefqet û merhametê li hev nenêrin û em hev dû wek bira nebînin Xwedayê teala jî dê li me şefqet û merhamet neke. Heke em hevdû wek bira nebînin Xwedayê teala jî li me merhametê nake. Alîkariya Xweda dê ji ser me rabe û hawira hizûrê dê biqede. Em mecbûr in ‘Însan û edaletê’ têxin navenda xwe. Çima em dibêjin ‘Însan û edalet’? Dîqet bikin Xweda însan wek eşrefê mexlûqatan afirandiye. Ji ber vê yekê em mecbûrin bi edalet bin. Xweda ji me re dibêje ‘Li ser rûyê erdê bi edalet bin’. Di gel van tevan em mecbûr in bi edaletê hikum bikin.”
Yalçin di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku: “Ji bo aşîtî, hizûr û aramiya memleket lazime emniyeta mal, can, dîn, ziman, aqil û neslê bên parastin. Ji ber vanan lazim e dijminatî ji holê rabe, biratî û aşîtî bê tesîskirin.”
Yalçin di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku: “Keçika me ya wefat kiriye ji zarokên cenetê zarokek bû. Xweda me tevan li cenetê bibe ba hev. Ez ji vir bangî temamê birayên xwe en Rihayê dikim. Werin vê lihevhatina malbatên Gul û Gezergul ji xwe re mînak û nimûne bigrin. Li Rihayê malbatên bi husûmet pir in. Pirsgirêkên erdan zêdeye. Werin em vanan bi dawî bikin. Ev şeref e, rûmet û fezîlet e. Ji ber em ji vê rojê re bûne şahid ez ji Xweda re hemd dikim. Îro roja xistina nefsê bin nigan e û îro roja terkkirina herêmê ya şeytên e. Em hêvî dikin rojên bi vî awayî bi zêdebûn wê dewam bikin.”
Li ser navê malbata Gezergul, Abdûrrahman Yaşar axaftinek kurt kir û ji bo navbeynkariya HUDA PARê malavahiya xwe anî ziman û got: “Ji bo êş û elemên zêdetir çênebin lazim e lihevkirinê bi vî awayî berdewam bikin.”
“Di bingeha heman husûmet û neyartîyan de nefs û şeytan heye”
Piştî van tevan Alîkarê Miftiyê Bajarê Rihayê Mistafa Erdem axaftinek kurt kir û got: “Bi rastî di bingeha temamê husûmet û neyartîyan de nefs û şeytan heye. Dema Misliman li nefs û şeytan guhdarî nekîn hûn ê bibînin ku em ê her tim di nava hizûr û aşîtiyê de bijîn. Di Qur’ana Pîroz de dibêjê tiştî herî bi xêr silh û aramî ye. Niha li vir em vê dibînin. Ji ber malbatên Gul û Gezergul ji vê yekê re bûn wesîle ez ji bo wan malavahiya xwe tînin ziman û wan tebrîk dikim.”
Piştî axaftinan hêlên bi husûmet hevdû hemêz kirin û bi îkrama şêraniyê bername bidawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.