Huda Parê Rojev Nirxand
Seîd Şahînê alîkarê serekê Huda Para partiya Doza Azad, li ser qewimînên hundir û derveyê xeber da.
Seîd Şahînê alîkarê serekê Huda Para partiya Doza Azad, li ser qewimînên hundir û derveyê xeber da.
Seîd Şahînê alîkarê serekê Huda Para partiya Doza Azad, li ser qewimînên hundir û derveyê xeber da.
Li ser qirara sekinandina vekişînê ya KCKyê beyan kir ku divê ji teşebbus û tiştên mîna hîsabên siyasî, menfîeta partî û orgutê û hirsa xwestina qezenca hilbijartinan ku wê hizûra xelkê xera bikin dûr bê sekinandin. Şahîn wiha got “PKK sîleh berde jî bernede jî, divê dayîna heqên Kurdan pêk bê.”
Li ser destpêbûna sala perwerdeyê jî îfade kir ku sîstem û programên nezelal, bêîstîkrar û bêpergal zirarê dide siberoja civak û îçtîmayê. Li ODTUya zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkê, heqareta li xwendekarên bi tesettur û zîhniyeta ku piştevaniya wê heqaretê dike nêzî hev in. Eger sernixumandin û nasnameya dîndarî hê jî dibin sebebê girtin û mehkûmiyet û mexdûriyetan, dêmekî tesîra derbeya 28ê Sibatê hê jî dewam dike.
Seîd Şahîn hikûmetê tenkîd û rexne kir ku midaxela eskerî ya li Sûriyê diparêze. Divê îdarevanên welatên mislumanan ji bo xelkê Fîlîstînê gavek berî gavekê hereket bikin û di warê alîkariya însanî de destekê peyda bikin. Lewra pey îmhekirina tunelan girtina deriyê sînor ya Refahê jî, heyata xelkê Ğezzeyê xisûsen ji aliyê ğidayên sereke ve pir şerpeze kiriye.
Li ser rewşa mislumananên Hindistanê wiha got “Hikûmeta Hîndistanê neyta xwe ya heqîqî li Bangladeş û Araqanê bi qetilbûna bi hezaran mislumanan eşkere kiriye. Lewra Hîndistan destekê dide van rejîmên zorbayê.” (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.