HUDA PAR:“Ew rêzefîlmên bêexlaq divê ji weşanê bên rakirin”

HUDA PAR:“Ew rêzefîlmên bêexlaq divê ji weşanê bên rakirin”

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir de nirxandinek hat belavkirin û bal hatin kişandin li ser rêzefîlmên bêexlaq ên ku civakê îfsad dikin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wisa bal hatin kişandin li ser dijmintîya Îslamê ya ku ji teref CHPê ve tê kirin.

Di destpêka daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di rojên dawî de ew bernameyên ku di nava rojê de di televîzyonê de tên weşandin li bawerîya gel, nirx û pîrozîyên gel hedef digirin û dû re wiha hat gotin: “Ev qanalên ku bûne amûrên muhîm ên emperyalîzma çandî êrîş dibin li ser nirxên exlaqî yên gel û hewl didin bêhayatî û bêîffetîyê wek tiştekî ji rêzê nîşan bidin. Ev tiştên ku tê xwestin di televîzyonan de bê kirin ne ya qebûlkirinê ye. Ev bernemeyên ku tê de bi şikleke eşkere bêexlaqî û jirêderketîbûn tên xebitandin demildest bên rawestandin. Divê êdî rayedar li dijî van bername û qanalan xwe kerr û lal û kor nekin. Wezîfeya muhîmtirîn a RTUKê parastina exlaqa giştî a civakê û muhafezekirina pêşveçûna manewî ya neslan e. Ji ber vê yekê em bang li RTUKê dikin da ku di vî warî de wezîfeya xwe bike.”

“Dijmintîya Îslamê ya CHPê ya ku ji bav û kalên wan ji wan re wek mîratê maye berdewam dike”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji dijmintîya Îslamê ya ku ji teref CHPê ve tê kirin re bertek hat nîşandan û derbarê mijarê de wisa hat gotin: “DI Kitêbxaneya Meclîsê de beşek ji bo xwendinê Qur’ana Kerîm hat veqetandin ku parlementerekî CHPyî ji vê yekê re bertek nîşan da û destnîşan kir, cihê karên dînî ne meclîs e, kesên ku dixwazin Qur’anê bixwînin bila biçin mizgeftan. Îdareya CHPê ji vî parlementerê xwe re qet tiştek negot ku ev yek jî nîşan dide dijmintîya Îslamê ya CHPê ya ku ji bav û kalên wan ji wan re wek mîratê maye berdewam dike.”


HUDA PAR:“Ew rêzefîlmên bêexlaq divê ji weşanê bên rakirin”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.