Hur-Der Beyan Kir

Hur-Der Beyan Kir

“Li Myanmarê Kuştina Jenosîdî Tê Kirin.”

Serekê komela Hur-Derê a şaxa Batmanê parêzer Zekeriya Yapicioğlû, der heqê qetlîamkirina muslumanê Araqanê de wiha xeber da “Li gelek deveran xwîna muslumana tê rijandin. Li Myanmarê Bûdîst, li Keşmîr û Hîndistanê Hîndû, li Filîstînê siyonîst, li Efğan û İraq û Somalî xaçperest zulm û qetlîama rast dikin. Kuştin û qetliama li muslumanê Myanmarê, jenosîdî ye. Ji çar milyon muslumanê Araqanê, nîva wan ji ber te’deyan multecîne, hîcret kirine. Nîva din jî, me’mela qetlîama nîjadkujî dibînin. Dinya jî, li vê halê re temaşe dike.”

Parêzer Yapicioğlû di dewama peyva xwe de wiha got “Konseya ewlehiya Dewletên Yekbuyî, ji vê wehşetê re tu çare nayne û nabe çare jî. Êdî divê musluman û welatên muslumana yekîtiyê bikin daku zalim nikaribin bela xwe bi muslumana bidin.”

Li aliyê din reva ji Myanmarê jî dewam dike. Muslumanê Araqanê mal û mulkê xwe, war û diyarê xwe yê ku hezar sal zêdetir e tê de dijîn, terk dikin û bi sed kul û zehmetê, dixwazin xwe bighînin qempeke multeciyan.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.