Hur Der Lı Ber Cezakırına Sazıyên Sıvıl Yên Edenê Tepkî Nîşan Da
Yargitayê ceza ku mehkema Edenê li saziyên sivîl birîbû tesdîq kiribû. Li ber van neheqî û bêhiqûqiyan tepkî tên nîşandan.
Yargitayê ceza ku mehkema Edenê li saziyên sivîl birîbû tesdîq kiribû. Li ber van neheqî û bêhiqûqiyan tepkî tên nîşandan.
Komela heq û hurriyetên însanî ya ku merkeza wê li Diyarbekir e, bi beyanateke nivîskî li ber tesdîqa yargitayê û neheqiya mehkema Edenê tepkî nîşan da. Di beyanatê de wiha hat gotin “Mehkema Edenê li însanên dîndar, ji ber fealiyetên wan yên Îslamî ceza dibire. Yargitay jî tesdîq dike. Ev qenc eşkere dike ku zihniyeta yargitayê di çi rewşê de ye. Kesên dîndar ji ber ku bey’atî dergevanên xwedî fikra dewleta qûdsî nakin tên cezakirin. Ji lew wan mîna terorê nîşan didin.”
Di dewamiya beyanatê de wiha hat îfadekirin “Li ber vê neheqî û bêhiqûqiyê, di serî de partiya îktîdarê ji tu kesî tepkî nehat nîşandan. Ev jî dide fêmkirin ku bi vê cezakirinê razî û qaîl in.”
Mehkema Edenê ya cezaya giran ya 7an, li 5 xizmetkarên saziyên sivîl bi temamî 37 sal û nîv ceza hepsê birîbû, yargitayê jî tesdîq kiribû. Di nav van 5 kesan de Serekê kevn yê Umut Dera Edenê Sabahattîn Aydin, serekê kevn yê Şûra Derê Mehmet Aktaş jî hene.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.