“Hz. Muhammed mîmarekî ku bi şikleke herî xweşik însanetiyê terbiye dike ye”
Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Hezoya Êlihê hat lidarxistin de hat diyarkirin Hz. Muhammed mîmarekî ku bi şikleke herî xweşik însanetiyê terbiye dike ye.
Endamê Îttîhadul Ulemayê û Serokê Platforma Nesla Qur’anê M. Alî Altun di bernamê de xîtabî beşdarvanan kir. Altun di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ji ber ku li ser rûyê erdê edalet ne hakim e însan bûne cenwer û zilmê li hevdu dikin.
“Pêxemberê me hosteyekî wisa ye ku civakê vedigerîne li ser eslê xwe”
Altun di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed mîmarekî ku bi şikleke herî xweşik însanetiyê terbiye dike ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêxemberê me hosteyekî wisa ye ku civakê vedigerîne li ser eslê xwe. Ger ew tunebe ne mimkûn e ku civak islah û înşa bibin. Naxwe yadkirin, xwandin, qêrandina navê wî û ji derdora vegotina wî li ser me temamê Mislimanan wezîfeyeke hevpar e. Niha mazlum li dinyayê ji ber zilma ku tê kirin dinalin. Heqê mezlûman tê xwarin. Beden zarok û bebekan tên parçekirin. Kesên kal û pîr û zeîf di bin zilma zaliman de diheciqin. Nxwe em ê çareya vê zilmê li kû derê bigerin? Elbet em ê li wê sunnetî seniyeya ku bingeha wê li ser wê doza pîroz, li ser edalet û heqîqetê hatiye avakirin bigerin.”
“Armanca me ew e ku em jiyana xwe bikin mîna ya Wî”
Altun di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro edaleta Hz. Muhammed ne hakim e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro ji ber ku edaleta Hz. Muhammed ne hakim e însan bûne mîna canwaran, bi xirs bûne, zilmê li hev dikin û mixabin ew qas ji însanetiyê dûr ketine ku xwîna hev dirjînin. Nexwe armanceke van bernameyên Wîladeta Pîroz jî ew e ku em jiyana xwe bikin mîna ya Resûlê Xwedê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.