Îbadî bersiv da teklîfa birêveberiya Kurdistanê

Îbadî bersiv da teklîfa birêveberiya Kurdistanê

Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî, ji teklîfa sekinandina encama referandûmê ya birêveberiya Kurdistanê re bersiv da.

Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir wî ew teklîfa sekinandina encamên referandûmê qebûl nekiriye. Îbadî her wisa diyar kir divê referandûmê bê betalkirin.

Berî niha ji teref Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê ji hikûmeta Iraqê û raya giştî re teklîfa sekinandina encamên referandûmê hatibû dayîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê ve hatibû dayîn de wiha hatibû gotin: “Ew rewşa dijwar û metirsîdar ya ku rûbirûyê Îraq û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û rê nedin rewş zîdetir ber bi şer û pevçûnan di navbera hêzên îraqî û hêzên pêşmerge ve biçe.Êrîş û pevçûnên hêzên Îraq û hêzên pêşmerge di roja 16.10.2017ê û heta îro, ziyan bi her du aliyan gihandiye, çêdibe ev yek bibe sedema xûnrêtineke berdewam û di encam de bibe sedema têkçûna struktur û têkeliyên civakî di navbera pêkhateyên Îraqê de.Bê guman, tu alî di vî şerê di nevabera her du aliyan de serkeftî nabe, lê di hemû warên jiyanê de dê welêt ber bi wêranbûneke tevayî bibe, ji ber vê yekê û ji minteliqê hestkirin bi berpirsiyariyê li hember gelê Kurdistan û Îraqê, em ji hikûmet û raya giştiya Îraq  û cîhanê re pêşniyar dikin:

1- Rawestandina teqekirin û hemû awayên tevgerên leşkerî li Herêma Kurdistanê.

2- Sirkirina (tecmîdkirina) encamên referendûma Kurdistana Îraqê.

3- Destpêkirina diyaloga vekirî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê li ser bingeha destûra Îraqê.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.