Îddîa: Mezergehê Bedî’uzzeman Li Ispartayê Hat Dîtin

Îddîa: Mezergehê Bedî’uzzeman Li Ispartayê Hat Dîtin

Di derbarê mezergehê Bedî’uzzeman de hinek me’lûmatên nû derketên holê.

Di derbarê mezergehê Bedî’uzzeman de hinek me’lûmatên nû derketên holê. 

Li gor me’lûmatên nû; cîhê Mezergehê Bedî’uzzeman di arşîva Serekwezîrtiyê de hatiye dîtin.

Bedî’uzzeman di 23iyê Adara Sala 1960î de li Rihayê wefat kiribû û di 27ê Gulanê de naşê wî ji mezergehî wê hat deranîn. Naşê wî jî alî dewletê ve li ciyekî nayê zanîn hatibû defin kirin. Pey wefata wî bi 53ê sala hê minaqeşeyên li ser mezergehÊ wî berdewam in.

Li gor îddîaya dawî; Ustad, pey ji mezergehê xwe hatiye deranîn, ‘ewil hatiye birin Afyonê û pey re jî Ispartayê û li wê derê hatiye defin kirin. Belgeyên ku ji arşîva Serekwezîrtiyê derketine vê îddîayê bi hêztir dikin.

Digel van îddîayan hê ji telebeyên Ustad tu dengek derneketiye. Telebeyên Bedî’uzzeman, naxwazin mezergehê wî bê eşkere kirin. Lewra wesîyeta Ustad a di vê derbarê de wek hincetek nîşan didin.

Lê wisa xwiya dike ku heya ji telebeyên Bedî’uzzeman beyanatek neyê wê ev minaqeşe bidome.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.