Îddîa Muxalîfan
Hêzên Esed Li Hember Xelkê Bombên Fosforê Bikar Tîne.
Li Sûriye rewş xerabtir dibe, Beşar Esed hêdî hêdî winda dike, ji ordî û hikûmetê rev û qetîn dewam dike. Lê zulma hêzên Esed jî dewam dike.
Niha ji teref muxalîfan ve hat îddîa kirin ku hêzên dewletê li ser xelkê sîleh û bombên fosforê bikar tîne. Heleb û çend bajarên din, bi êrîşên ber û hewayî tên bombardiman kirin. Di hadîse û pevçûnan de zêdetirî 200 kes hatin kuştin. Navbera hêzên Esed û muxalîfan de şer dewam dike. Tê gotin ku hêzên Esed li Helebê, dest bi hereketa ber kiriye.
Ji ber pevçûnan millet perîşan e. Ji ber bombebaranê xelk bitirs û panîk e. Li nexweşxana, derman û cîhaz kêm û bêqîm in. Ji ber vê yekê jî li hinek nexweşxana xizmet nayê dayin.
Li aliyê din di nav wan de 2 general 37 esker jî hene, nêzî 2 hezar û 400 kes derbasî hêla Tirkiyê bûn.(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.