Îddîa: Muxalîfan Li Şamê Yekîneya Eskeriyê Bi Dest Xist

Îddîa: Muxalîfan Li Şamê Yekîneya Eskeriyê Bi Dest Xist

Li Sûriyê di navbera muxalîf û hêzên Esed de, şer berdewam e.

Li Sûriyê di navbera muxalîf û hêzên Esed de, şer berdewam e. Hat îddîa kirin ku mûxalîfan, li Şamê li beldeya Yeldayê, yekîneya eskeriya ordiyê bi dest xistine. Hat gotin ku li herêmên Hacer Eswed, Tadamûn, Mazamiye, Yelda û Gûtaya rojhilatên Şamê, di pevçûnan de nêzî 40 kes hatine kuştin.

Her wiha li bajar û navçeyên din jî şer dewam e. Hat îddîa kirin ku muxalîfan li Derayê 2 tanq û gelek muhîmmat bidest xistine. Li Helebê jî helîkoptereke eskerî hatiye xistin. Medyaya welêt aktîvîstan diyar kirin ku li Şamê teqîn qewimiye û di hadîseyê de bi kêmanî 20 kes hatine kuştin.

Li aliyê din reva ji Sûriye jî dewam dike. Bi sedhezaran multeciyên ku derbasî welatên din bûne, di bin şertê giran de şerpeze ne. Her ku zivistan û serma nêz dibe, rewşa multeciyan jî girantir dibe. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.