Îddîayên operasyona Kerkukê hat derewandin

Îddîayên operasyona Kerkukê hat derewandin

Birêveberiya Iraqê wan îddîayên ku artêşa Iraqê li başûrê Kerukê operasyona hatiye destpêkirin derewand.

Birêveberiya Iraqê wan îddîayên ku artêşa Iraqê li başûrê Kerukê operasyona hatiye destpêkirin derewand. Arîkarê Waliyê Kerkukê Talabanî jî diyar kir ew operasyona ku li başûrê Kerkukê ji teref artêşa Iraqê ve hatiye destpêkirin ne li dijî pêşmergeyan e.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandariya Operasyonên Hevpar ên girêdayê Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  ew îddîayên ku li Kerkukê operasyon hatiye destpêkirin ne rast in.

Arîkarê Waliyê Kerkukê Abdurrahman Talabanî derheqê mijarê de  ji Sputnîkê re daxuyanî û diyar kir: “Li Kerkukê operasyona leşkerî tuneye. Li vê derê tu tiştê xirab nîne.”

Tora Medyaya Şer jî bi daxuyaniya ku belav kir  îddîayan tekzîb kir û hişyarî li wan çapemeniyên ku dixwazin ji qeyranê sûdê werbigrin hat kirin û hat gotin ew ê derheqê van çapemeniyên ku meselê berewajî dikin de dê lêpirsîna hiqûqî bidin dest pêkirin.

Di wan saatên borî de AFPyê ku ajansa xeberan a navneteweyî ye bi xebera ku dabû weşanê diyar kiribû ku artêşa Iraqê li Kerkukê operasyon daye destpêkirin.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.