Idîaya ‘ajovanê otobusê li astengdaran heqaret kiriye

Idîaya ‘ajovanê otobusê li astengdaran heqaret kiriye

Hat idîakirin ku li navçeya Eyyubiyeya Rihayê ajovanê otobuseke taybet a gel heqaret li astengdar û malbata wan kiriye.

Malbata Atmacaya ku li navçeya Eyyubiyeya Rihayê îqamet dike idîa kir dema ku lawê xe ya astengdar birine nexweşxanê ajovanê ku wesayîta wî 63 H 0218 heqaretê li lawê wam a astengdar kiriye.

Îbrahîm Atmaca idîa kir dema ku wî qîza xwe ya Zeynep Atmacaya (4) salî biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyeyê ew merûzê heqareta ajovanê otobusa ku nimreya wê 2 ye bûne. Atmaca diyar kir digel qarta wê ya astengdariyê ajovan bahayê rê xwestiye.

Îbrahîm Atmaca û Îbrahîm Ozçakirê ku mexdûriyeta xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin diyar kirin daxwaziya wan ew e ku rêvebir ji bo otubusên taybet vesazkirineke amade bikin.

Îbrahîm Atmaca destnîşan kir ku wesayîtên taybet wan mexdûr dike. Dûvre Atmaca wiha pê de çû: “Wek malbatên astengdar em di otubusan de tên mexdûrkirin. Otubusên şaredariyê ji vir derbas nabin. Ji roja ku otubusên taybet a gel derbasê pergala qartî bûne pê ve em mexdûr dibin.”

“Di gel dîtina wan a qîza min a astengdar ew ji me rapor xwestine”

Atmaca destnîşan kir ew ji bo ku qîza xwe bibe pansumanê siwarê otubusên taybet a gel berê wan peya kiriye û dûvre jî wek heqarek wan ji wir dûr kiriye. Atmaca wiha pê de çû: “Jina min ji bo qîza min a astengdar bibe nexweşxanê pansuman bike dixwaze serê otubusên taybet a gel bibe. Dema ku ew hewl dide serê bibe wê peya kirine. Ji xeynê vê yekê jî heqaretê lê kirine. Em di dernbarê vê yekê de ji rêvebiran alîkarî dixwazin. Em bi astengdarên xwe re mijûl bibin an bi wan re.”

Atmaca wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me gelek caran giliya wan ji şaredariyê re kirin. Me him gotişênî û him jî nivîskî daxwazname daye wan. Şaredarî otobusên gel ên siwîl sûcdar dike. Halbûkê otobusên gel ên taybet ji bo ku astengdaran siwar dike wek mehane pere ji şaredariyê distîne.”

Bavê astengdareke din Îbrahîm Ozçakir idîa kir ku otobusên gel ên taybet astengdaran hilnade. Dûvre Ozçakir wiha pê de çû: “Mala me ji rawestgehê dûr e. Wesayîta ku ez siwar dibim ji ber ku min li ber mala min danaynin ez zaroka xwe ya astengdar didim pişta xwe. Dema ku em diçin nexweşxanê jî ez ereba wî nabim. Lewra otobus hilnade.Em bişt dikin dibin.”

Serokê Kooperatîfa Şefkatê yê Eyyubiyeyê Mehmet Emîn Ak ji ber vê halê nexweş li ser navê ajovanê ozur xwest. Ak wiha diyar kir: “Wesayîtên komî heqê her kesê ye. Ez li ser navê ajovanê ji we uzr dixwazim.”

ÎLKHA



















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.