IHH Dev Ji Doza Xwe Bernade
Rejîma terorê siyonîst Îsraîl, di 31ê Gulana 2010an de di Behra Sipî de, êrîşî gemiya Mavî Marmarayê kiribû, 9 musluman şehîd kiribûn.
Rejîma terorê siyonîst Îsraîl, di 31ê Gulana 2010an de di Behra Sipî de, êrîşî gemiya Mavî Marmarayê kiribû, 9 musluman şehîd kiribûn. Niha bi formalîte be jî, uzir xwest. Di navbera dewleta Tirkiye û siyonîst Îsraîl de, li ser metnekê lihevkirin pêk hat. Li ser vê mutabaqatê, saziyên sivîl fikrên xwe pêş kirin.
Serekê giştî yê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal da zanîn ku, di bedêla uzir û tezmînatê de, dixwazin yargiyê ji bo Îsrailiyan nerm bikin. Ev jî eşkere îhlalkirina qanûna esasî û peymanên navnetewî ye.
IHH beyan kir ku, dev ji doza ku di aleyhê qomandarên payebilind yên siyonîst de hatibû vekirin bernade.
Endamê heyeta îdara IHHyê Gulden Sonmez îfadekir ku, amanca Mavî Marmarayê rakirina ambargoya li ser Ğezzeyê ye. Tek daxwaza Îsraîl ew e ku, dev ji dozên li dijî qomandarên Îsraîlî bê berdan. Îsraîl ji bo rakirina ambargoyê, bi qasî zerreyekê jî gav ne avêtiye.
Sonmez wiha got “Em rêwiyên gemiya Mavî Marmarayê û organîzatorên fîloyê, derk û fêm nakin ku, Tirkiye çawa bê xeberdana bi mexdûrên hadîseyê re, radibe bi lez meselê tenê mîna tezmînatê dişopîne û dixwaze biqedîne. Aliyê ku ‘ecela wî heye Îsraîl e. Yê di zorê de Îsraîla rejîma terorê ye. Mîsala mucadela Fîlîstîn, mucadela me tê hesêb. Heta ku ambargo ranebe, Fîlîstîn û Quds rizgar nebe, qatil neyên mehkemekirin û neyên cezakirin, em naxwazin tu gav bên avêtin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.