ÎHO EBRAR ji Efxenistanê re alîkarîya Remezanê kir

ÎHO EBRAR ji Efxenistanê re alîkarîya Remezanê kir

Sazîya Alîkarîya Navneteweyî ya ÎHO EBRARê, li Efxenistanê bi minasebeta meha Remezanê ji 400 malbatan re pakêtê xwarinê belav kir.

ÎHO EBRAR ku hem di nav welat de hem jî li derveyê welat xebatan li dar dixe, ji bi sedan malbatan re alîkarîya xwarinê kir.

Hat diyarkirin ku sazîya alîkarîyê li Kabîla peytexta Efxenistanê ji malbatên feqîr re bi desteka xêrxwazan pakêtên zexîreyê belav kir.

Temsîlkarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê yê ÎHO EBRARê Nurullah Saîd Haşîmî, derheqê xebatê de daxuyanîyan da û îfade kir ew ji bona ku feqîr kêfxweş bibin dixebitin.

Haşîmî weha got, “Em îro pakêtên meha Remezanê hazir dikin. Me pakêtên xwe yên Remezanê ji bo malbatên xwe yên êtîm, jinebî, mixtac û feqîr belav kir. Xwedê ji DZM Datayê ku ji me re alîkarîyê kirîye razî be. Rebbê min bila di alîyê xwe de qebûl bike.”

Haşîmî, “Rebbê min bila zêde zêde xêra wan qebûl bike, bila ji mal û canên wan û yên ku bûne wesîle re bereketê bide. Em ê jî bi îzna Xwedê bibêjin ‘Bîsmîllah’ û dest bi belavkirinê bikin. Ji Efxenistanê ji we re silav be.”

Sazîya alîkarîyê li Kabîlê ji Êtîmxaneya Medrsetul Qelem re jî alîkarîyê kir.

Haşîmî îfade kir ku ew li vê derê ji zarokên êtîman re jî alîkaîryê kirine.

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.