ÎHO EBRAR li herêma erdhejê cilên zarokên sêwî belav kir

ÎHO EBRAR li herêma erdhejê cilên zarokên sêwî belav kir

Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî IHO EBRAR bi rêya Nûnertiya Weqfa Êtîman li Meletiyê ji 100 zarokên sêwî û hewcedarê 1-15 salî re alîkariya cilên zivistanê kir.

Zarokên ku li gel malbatên xwe gazî dikanê kir, bi alîkariya saziya xêrxwaziyê bi bot û qapûtê kêfxweş bûn.

Derheqê fealîyetê de Temsîlkarê Meletî yê Weqfa Êtîman Harun Şahîn weha got, “Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî IHO Ebrar ji bo zarokên sêwî, feqîr û bêmal ên li herêma erdhejê ya Meletiyê alîkariya cilên zivistanê dike. Wî ev alîkarî bi rêya me kir. Em nêzî 100 zarokên sêwî û feqîr di qeydên xwe de cih digirin. Ji ber ku demsala zivistanê ye, em cil û bergên xwe li xwe dikin. Me zarok tevî malbatên xwe gazî dikanê kir û ew bi xwe cil ûb ergênx we ecibandin.”

Şahîn, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di nav salê de alîkarîya me ya qirtasîye, îdane, xercane û zexîreyê hene. Em ji 30 malbatan re alîkarîya meddî dikin. Niha jî ji ber ku demsala zivistanê ye bi tevî ÎHO EBRARê alîkarîya bot û montan dikin. Em ji hemû kesên ku di vê karê de xêra wî gihaştîye re teşekur dikin û bila Xwedê ji wan razî be. Em ji xêrxwazan jî dixwazin ku bila xêrên xwe berdewam bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.