“Îhtiyaca me bi mizgeftekî saxlem heye”

“Îhtiyaca me bi mizgeftekî saxlem heye”

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê cemaeta mizgefta ku bi xerabûnê re rû bi rû maye diyar kir ku ew dixwazin bila mizgeftekî ya ku dê bi rehetî îbadetên xwe eda bikin ji bo wan were sazkirin.

Li Kayapinara Diyarbekirê nişteciyên Taxa Kûçeyê bi derfetên xwe Mizgefta Hayirseverlerê saz kirine. Piştî ku banê wê hat sackirin mizgeft bi xerabûnê re rû bi rû ma.

Cemaeta mizgeftê destnîşankir ji ber ku di dîwara mizgeftê de derz çêbûye ew bi bêewlehiyê re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê wan daxwaz kirin ji bo ku bi rehetî îbadetên xwe pêk bînin bila ji wan re mizgeftekî bi ewle were sazkirin.

Mizgefta ku ji teref niştecîyên taxê û xêrxwazan ve di sala 1993an de wek ‘Mizgefta Hayirseverler’ hat sazkirin ji bo ku zivistanan ji hewaya sar were parastin hat xwestin ku banê mizgeftê were sackirin. Ji ber ku kolonên mizgeftê lawaz û zeîf in di mizgeftê de derz çêbûye. Dûvre ji teref pisporan ve hat tespîtkirin ku mizgeft bi xetera hilweşînê re rû bi rû maye.

“Madem mizgefta me ewle nîne bila xerabikin û ji nû ve saz bikin”

Mehmet Tekînê ji cemaeta mizgeftê di derbarê mijarê de axivî. Tekîn wiha axivî: “Ji ber ku banê mizgefta me hat çêkirin barê wê giran bû û derz pêk hat. Ji ber derzê mizgeft xeternak e. Ji ber vê yekê ji cemaetê re gotin dê mizgeft were asêkirin. Niha em mihtacê mizgeftekî ne. Madem mizgefta me ewle nîne bila xerabikin û ji nû ve saz bikin.”

Mustafa Çîmen jî wiha axivî: “Em hemî Misliman in. Di mizgeftê de derz heye. Ji ber vê yekê îhtiyaca me bi mizgeftekî ewletir heye. Em dixwazin bila ji kesên ku îbadet dikin re xizmet bibe.”

Adem Gul wiha destnîşan kir: “Di dawiyê de hat tespîtkirin ku mizgeft xeternak e. Em bes dixwazin bila mizgeftekî ji me re were sazkirin. Însan heke bixwaze gelek cî hene ku mirov nimêj bike. Lê îhtiyaciya me mizgeftekî ya ku em îbadetên xwe bi rahet eda bikin e. Bes bila mizgeftekî nû were sazkirin. Tê gotin ku dê mizgeftekî nû were sazkirin. Înşaellah dê were sazkirin.”

Ramazan Ateş wiha destnîşan kir: “Divê ku ciyekî em bi rehetî nimêja û dua bikin hebe. Misliman bê nimêj nabe. Wekê ku hûn dibînin derz çêbûye. Tê gotin ku dê were xerakirin.” (ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.