Îlm û Îbadet Bihev Re Ne

Îlm û Îbadet Bihev Re Ne

Gormez: “Divê Tu Zanîngeh Bê Mescîd Nemîne”

Ji berê de, îlm û îbadet bihev re ne. Di hemî medresên Îslamî de, xisûsen yên mîna zanîngehê hatine vekirin, digel îlmê, ehemmiyet dane me’newiyat û îbadetê jî. Ji ber vê yekê jî, gelek zanyarên alim gihaştine.

Serekê karên diyanetê Mehmet Gormez di xeberdana xwe de, diyar kir ku divê tu zanîngeh bê mescîd nemîne. Tunebûna mescîd li zanîngehê, kêmasiyek mezine.

Mehmet Gormez, li Nîğdeyê di merasîma vekirina camiya zanîngeha Nîğdeyê de xeber da û wiha got “Zanîngeha ku 16 hezar xwendekarên wê hebin, lê mescîda wê tune be, kêmasiyek mezine. Li Tirkiye, divê tu zanîngeh bê mescîd nemîne. Ji ber vê yekê li qampusan îbadetxane tên ava kirin. Li unîversîteyên cîhanê yên mezin mîna Harword, Oksford, Kembirîç, deriyê hemî qismên fakulteyan, li mabedan dinêrin. Bê avakirina dil û me’newiyata xwe, em nikarin ruyê erdê ava bikin. Eger xwendekarên zanîngehê rojê pênc caran guhê xwe bidin azanê û dilê xwe bidin Xweda, ewçax me mescîd ava kirine. Ji bo li fakulteyên mîmarê, projeya camiyan jî bên dîtin, emê sempozyûma mîmariya camiyê li dar xin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.