Îmtîhana ‘Ilm û Wergera Quranê
Îmtîhana Wergera Quranê ku ji alî Platforma Nesla Quranê ve ev sala duduya ye tê kirin, wê bê kirin.
Îmtîhan li giştiyê Tirkiyê tê kirin û kesên di îmtîhanê de bikevin nav deh kesên ‘ewil wê bi ziyareta ‘umreyê bên xelat kirin. Îmtîhan wê sê rojê din roja lehdê li 68 merkezên îmtîhanê bê kirin.
Di derbarê îmtîhanê de me’lûmatên berfireh ji alî Serekê Platforma Nesla Quranê Muhammed ‘Elî Altûn ve hatin beyan kirin.
Serekê Platforma Nesla Quranê, ji ber xebat û xizmetên wan ji tevî evîndarên Quranê re teşekkur kir û ji bo kesên dê bikevin îmtîhanê jî serkeftin xweste.
Di hêla dî de em dixwazin bi bîra we bînin ku wê roja îmtîhanê cewaba pirsên îmtîhanê li ser ekranên Televizyona Rehber bên dayîn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.