Îqaza Raîd Salah
Lîderê hereketa Îslamiya Fîlîstînê Şêx Raîd Salah, ji bo doza Mavî Marmarayê hate Stenbolê.
Lîderê hereketa Îslamiya Fîlîstînê Şêx Raîd Salah, ji bo doza Mavî Marmarayê hate Stenbolê. Şêx Salah di xeberdanên xwe de beyan kir ku, heta dagirî û îşgala siyonîst Îsraîl bi dawî nebe, aştî û hizûr nayê herêmê.
Şêx Raîd Salah weha got “Li Mescîda Eqsayê kolandin bênavber dewam dibe. Mixabin kolandin di bin Eqsayê de jî pêk tên. Di kolandinan de gelek eserên ji dewra Emewî, Ebbasî, Eyyûbî û Osmanî hatin tunekirin. Îsraîl bi planên cûrbicûr dixwaze derûdora Mescîda Eqsayê, bike yahûdî. Dixwazin Mabeda siyonê li şûna Eqsayê ava bike.”
Şêx Salah di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Yahûdî dixwazin Eqsayê, ji bin kontrola muslumanan derxin. Vêya jî bi eyarkirina ziyareta Eqsayê, dixwazin pêk bînin. Di hinek saetan de yahûdî herin mescîdê, di hinek saetan de jî musluman herin mescîdê. Em qetî îzn û destûrê nadin vêya. Tu heqê Îsraîl di bihostek axa Mescîda Eqsayê de tune ye.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.