Îran: Bazirganiya me ya ligel Herêma Kurdistanê 11 milyar dolare
Îran: Bazirganiya me ya ligel Herêma Kurdistanê 11 milyar dolare
Hewlêr (Rûdaw/Ajans) – Balyozê Îranê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Ûzeyîmî diyar kir ku bazirganiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê de 11 milyar dolar e.
Şandeke karsazên bajarê Arak ê Îranê ji bo tevlî 8. Fûara Bazirganî ya Navneteweyî ya Hewlêrê bibin, di bin serokatiya Ûzeyîmî de ligel serokê odeya bazirganiyê yê Hewlêrê Dara Celî Hayat civiyan.
Hûseyîn Ûzeyîmî destnîşan kir ku armanc dikin ku peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û wiha got: “Peywendiyên me yên bazirganiyê pir baş in. Sedî 60ê bazirganiya Îranê ya ligel Iraqê, ligel Herêma Kurdistanê ye. Hecmê bazirganiya me ya salane jî nêzî 11 milyar dolarî ye. Li Herêma Kurdistanê 400 şirketên Îranê hene. Ji bo ev hêjmar zêdetir bibe, tişta ji me bê emê bikin. Ev herêm ji bo me pir giring e. Armanca me ew e ku em hem peywendiyên xwe yên cîrantî û hem jî yên aboriyê bihêztir bikin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.