Îran Çend Ajanên Îngilîz Girtin
Li gor beyana wezareta îstîxbarata Îranê, di 30ê Çile û 5ê Sibata 2013an de, çend ajanên Îngilîz yên ku, bi wasîteya kenala BBC re dixebitin hatine girtin û çend kes jî, ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.

Wezareta îstîxbarata Îranê diyar kir ku, lêpirsîna dosyaya xebatvanên BBC dewam dike. Xeberdanên van kesan hatine guhdarîkirin, meqsed û neytên xerab yên BBC, ji wan kesên hatine îfadê re hatiye beyankirin. Tê gotin ku, 4 kesên ku navên wan di lîsteya girtinê de bûne reviyane, ji wan yek ğeyrî qanûnî derketiye dervê Îranê.
Di beyanata wezaretê de wiha hat gotin “Li gor agahiyên îstîxbaratê, çend radyo, televîzyon, malper û navên di fîtna 2009an de yên fîrarî, ji teşkîlata casûstiya Îngîlîstanê re dixebitin û ji teref kenala BBC ve tên îdarekirin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.