Îran, Êrîşên Li Ğezzeyê Şermezar Kir

Îran, Êrîşên Li Ğezzeyê Şermezar Kir

Îran Êrîşên Li Ğezzeyê Şermezar Kir

 Berdevkê karên derve yê Îranê Ramîn Mîhmanperest, êrîşên dawî yên eskerên îşgalkerê siyonîst Îsraîl ku li Ğezzeyê pêk anîbûn şermezar kir û ji civak û teşkîlatên cîhanê xwest ku li ber cînayetên Îsraîl bisekinin. Ramîn Mîhmanperest diyar kir ku van êrîş nîşana şêl û tebîeta zorbatiya siyonîst Îsraîlê  ğeyrî meşrû ye.

Mîhmanperest di dewama beyana xwe de ji civak û teşkîlatên navnetewî yên ku li ser heqê însana disekinin xwest ku di vî warî de li ber cînayetên îşgalkerê Îsraîl bisekinin.

Berdevkê Îranî di beyana xwe de ji muslumanên herêmê yên ku di me’newiyeta hec û îda qurbanê de di nav hevkarî û wehdetê de ne jî xwest ku mezlûm û çîlekêşên Fîlîstînî ji bîr nekin, li ber zehmetiyên wan bêdeng nemînin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.