Îran Gaza Tebiî Dide Pakîstanê
Di sala 2010an de di navbera Îran û Pakîstanê de, peymana gaza tebiî hatibû îmzekirin.
Di sala 2010an de di navbera Îran û Pakîstanê de, peymana gaza tebiî hatibû îmzekirin. Di vê çarçovê de esasê xeta boriya gazê, bi beşdariya serekcimhûrî her dû dewletan, bi merasîm hate avêtin. Merasîm di sînorê her dû welatan de hate rastkirin.
Hat gotin ku, wê projeya gazê di dawiya 2014an de biqede. Gava proje biqede, wê Pakîstan rojê 21 milyon metrekup gaza tebiî, ji Îranê bikire. Îran maliyeta 780 kîlometre xeta boriyê ya ku li hêla Pakîstanê ye, girt ser xwe.
Îşgalkerê Emrîka, ji ber ku ambargo danîbû ser Îranê, li ber vê projeyê disekinî û îfade dikir ku, wê proje tu faydê nede Pakîstanê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.