Îran Meydan Xwend

Îran Meydan Xwend

“Fealiyetên Nukleerê, Bi Tu Awayî Nayê Sekinandin”

 Temsîlkarê daimî yê Îranê yê di saziya enerjiya atomiya navnetewî de Elî Esker Sûltaniye, tekrar îfade kir ku, fealiyetên nukleera wan, aştiyane ne û wê zengînkirina ûranyûmê dewam bike.

Elî Esker Sûltaniye wiha beyan kir “Em qetî zengînkirina ûranyûmê nadin sekinandin. Ev heqek e ku jê nayê bihûrîn. Di tesîsên me yên nukleerê de, her tişt 24 saetan tên qeyd kirin û kontrol kirin.”

Li ser gotinên îhtîmala êrîşên li tesîsan jî wiha diyar kir “Kesek nikare cesaretî êrîşa Îranê bike. Eger tiştek wiha biqewime, wê cewaba me giran be. Îhtîmala êrîşê hebe, ewê netîceyên kêmkirina hevkariya bi saziya enerjiya atomiya navnetewî re, sekinandina çavdêrî û kontrola saziyê û heta vekişandina ji peymana meni’ kirina belavbûna sîlehên nukleerê jî bi xwe re bîne.”

Sûltaniye da zanîn ku xwedî zanîst û teknolojiya nukleerê ne. Ji ber vê yekê jî, wê êrîş tu tesîrê li fealiyetên nukleera wan neke. Santrafuj û tesîsên ku hinek zirarê bibînin jî, dikarin derhal nûbikin.

Wekî tê zanîn siyonîst Îsraîl û mezinê wê Emrîka, berî niha îfade kiribûn ku di planên xwe de cîh dane êrîşa li tesîsên nukleerê jî. Îran jî diyar kiribû ku eger êrîşek hebe wê bi şîddetir cewabê bidin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.