Îranê li Kurdistana Başûr êrîşê Hewlêrê kir

Îranê li Kurdistana Başûr êrîşê Hewlêrê kir

Ji aliyê Îranê ve bi mûşek û balefirên bê mirov li gelek nuqteyên bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê êrîş hate kirin.

Di dema êrîşan de dengê teqînan li gelek deveran hat bihîstin, ji wan jî Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê û baregeha hevpeymaniya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ye.

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê îdia kir ku wan "bi mûşekên balîstîk li baregehên komên terorîst û sîxuran ên dijî Îranê xistine".

Di daxuyaniya Yekîneya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê de hat gotin, duh saet 23.30’an Artêşa Pasdarên Îranê bi gelek mûşekên balîstîk êrişî gelek cihên sivîlan ên li Hewlêrê kirin û di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Şoreşger weke hincet êrîşan weke hincet nîşan dane ku navendên komên li dijî Îranê kirine hedef û hat gotin, "Ev hincet bêbingeh e û em wê red dikin. Mixabin êrîşên li dijî Hewlêrê hatin kirin. her tim ji ber sedemên bêbingeh pêk hatiye, Hewlêr weke cihekî aram ji bo ti aliyekî nebûye cihê metirsiyê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş binpêkirina eşkere ya serweriya Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Di daxuyaniya ku ji teref Emerîka yê ve hat îdiakirin ku di êrîşan de baregehên DYAyê zirar nedîtine.

(DENGÊ XANA AXPAR)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.